ÎSÎG: 95 zarokî jiyana xwe ji dest dan

  • 13:09 22 Îlon 2026
  • Zarok
NAVENDA NÛÇEYAN - ÎSÎG’ê, "Rapora Cînayeta Kar a Zarokan" ku navbera Îlona 2025’an û Tebaxa 2026’an digire nav xwe eşkere kir. Li gorî raporê 95 zarok di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dan.
 
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) "Rapora Cînayeta Kar a Zarokan" a ku Îlona 2025’an û Tebaxa 2026’an digire nav xwe ragihand.
 
Li gorî raporê 95 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku ji van zarokên ku jiyana xwe ji dest dane 14 jê penaber bûn.
 
Di raporê de, behsa sedemên mirina zarokan jî hat kirin û hat gotin ku ji sedî 18 ji ber perçiqîn û hezazê, ji sedî 17 ji ber qezayên trafîkê û ji sedî 16 jî ji ber rûdanên xeniqîn û jehrîbûnê jiyana xwe ji dest dane.