Li Sûka Sifirfiroşan krîza aborî û têkoşîna debarê ya esnafan
- 09:04 25 Îlon 2026
- Ked/Aborî
DÎLOK - Krîza aborî têkoşîna debarê ya esnafan giran dike û li Sûka Sifirfiroşan ku piranî mêr lê hene, esnafên jin, li dijî zor û zehmetiyên aborî, nêrînên li hember jinan têdikoşin. Humeyran Duymaz ya antîkavan gotina ‘ez nikarim bikim’ red kir û banga azadiya aborî li jinan kir.
Şert û mercên aboriyê her diçe giran dibin û ev raste rast bndorê li jiyana rojane ya mîlyonan mirovî dike. Lêçûnên rojane û pirsgirêka debarê esnafan jî dide zorê û bi taybet jin ligel têkoşîna aboriyê di jiyana kar de jî zehmetiyan dikşînin. Ev tablo xwe di her pîşeyê de dide xuyakirin. Li Sûka Sifirfiroş a li Dîlokê jî piranî esnafên mêr cih digirin û jinên li sûkê wek her qadê di vir de jî zehmetiyan dikşînin. Yek ji esnafên jin yên sûkê Humeyra Durmaz e.
Humeyra Durmaz li Sûka Sifirfiroşiyê dukana wê ya antîkayê heye û bi vê debara xwe dike. Humeyra Durmaz der barê jiyana rojane li sûkê û krîza aborî de axivî.
Humeyra Durmaz got bi salane dukana wê ya antîkayê heye û ev tişt vegot: “Ev kargerî ji 1950’î heta niha ya me ye. Ewil kalê min piştre bav û birayê min niha jî ez dikim. Em pîşeya xwe bi hezkirin dikin. Antîkavanî karekî xweş e. Mirov çandên cuda nas dikin. Di vî alî de xweş e lê di alî aborî de zehmet e. Welatê me di krîzek gran de ye. Dîlok di alî çandî de pir guherî, bûye bajarê turîzmê. Mirov tên li vir digerin. Mirov tên digerin tehm dikin diyariyên biçûk digirin û diçin. Lê mixabin dan û standinê nakin. Em sezonek nebaş dijîn.”
12 saet xebat
Humeyra Durmaz di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Kara me diçe berhemên nû. Ji ber vê debar zehmet e. Ger deyn tune be şans heye. Lê ger deyn hebe zehmet e. Em di vê dukana biçûk de 12 saetan dixebitin. Em heta êvarê li bende muşteriyan e. Em neçar in kedê bidin. Em neçar in rûken bin. Mesayiyek me ya diyarkirî tuneye. Em nikarin karê xwe berdin û biçin malê.”
‘Ji jinan re qad nehatiye vekirin’
Humeyra Durmaz daxuyakirin ku piranî esnafên sûkê mêr in û wiha anî ziman: “Min dukan ji ber vê xwe girt. Ji ber nasnameya jinê zehmetî min kişandin. Zor û zehmetiyên jin dikşînin hene. Çanda sûkê berê li hember jinan girtî bû. Berê piranî mêr bûn. Piştî ev der bûn cihê turîzmê jin hatin. Em nû ne. Sekna me girîng e. Çanda vir cuda ye. Bi heman çandê mezin bûne. Ji jinan re zêde qad nehatiye vekirin.”
‘Divê jin gotina ‘ez nikarim bikim’ red bikin’
Humeyra Duymaz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê jin aboriya xwe, azadiya aboriya xwe bidest bixin. J ibo vê divê têbikoşin. Divê teqez bi tiştekî re mijul bibin. Divê jin li destê kesî nenêrin. Niha hemû esnaf dukanên xwe digirin. Divê jin gotina ‘ez nikarim bikim’ red bikin. Jin bixwazin dikarin her tiştî bikin.”







