Nobeta li dijî JES’ê di roja 145’emîn de ye
- 20:02 25 Îlon 2026
- Ekolojî
MÛŞ - Nobeta ku li dijî Santrala Ernejiyê ya Jeotermalê (JES) a ku tê plankirin li navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, hatiye destpêkirin di 145'emîn de ye. Serdanên ji bo piştevaniyê didomin.
Nobeta ku li gundê Xwarik ê Gimgimê ya li dijî projeya Santrala Ernejiyê ya Jeotermalê (JES) a ku ji aliyê şîrketa DYA'yê IGNIS H2 A.Ş.'yê ve tê plankirin, hatiye destpêkirin berdewam dike.
Li qada nobeta ku ket roja 145’emîn pankarta ‘Gelê Gimgimê santrola enerjiya jeotermal nawaze, dest nedin ax û ava me’ hat daliqandin.
Serdanên ji bo piştevanioya nobetê didome.







