JINNEWS 9 salî ye: Li ser rêya rastiyê
- 12:25 25 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - JINNEWS, ku deng û têkoşîna jinan eşkere dike, salvegera xwe ya 9'emîn pîroz dike.
Di cîhanek ku hişmendiya baviksalar lê serdest e, JINNEWS, ku ji perspektîfa têkoşîna rizgariya jinan diaxive û bi weşanên xwe li dijî gotara baviksalar perspektîfek jinan pêş dixe, di 25'ê Îlona 2017'an de dest bi jiyana weşanê kir. Jinên ku dibêjin, "Em bi pênûsên jinan li ser şopa rastiyê dimeşin", berdewam dikin da ku mîratgirên têkoşîna azadiyê bin.
JINNEWS neh sal in ku ji perspektîfa jinê, ji jiyana jin û zarokan bigire heta ekolojî, siyaset, çand û hunerê, li ser hemû aliyên rojeva civakê nûçeyan diweşîne û li pey rastiyê ye. Ajans, bi nûçegihan û edîtorên xwe yên ku dengê jinan bilind dikin, di sala xwe ya nû de li her cihî nûçeyan çêdike.







