Di salekê de 2 hezar 230 kes hatine darvekirin
- 14:11 13 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya “Sêşema ji darvekirinan re na ” di hefteya 142’yan de li 66 girtîgehan didome. Li gor amarên kampanyayê belavkirine, di nava salekê de herî kêm 2 hezar û 230 kes li Îranê hatine darvekirin. Ji vana 47 girtiyên siyasî ne.
Kampanyaya “Sêşema ji darvekirinan re na ” ku li di heftiya 142’yan de li 66 girtîgehên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî cezayên darvekirinê dewam dike, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Kampanya “Sêşema ji darvekirinan re na” di hefteya 142’yan de li 66 girtîgehên li seranserî Îranê dewam dike. Hat diyarkirin ku di çarçoveya kampanyayê de girtiyên siyasî û sivîl bi greva birçîbûnê li dijî cezayên darvekirinê nerazîbûna xwe nîşan didin.
Li gor amarên Kampanya “Sêşema ji darvekirinan re na”, di navbera cotmeha 2025’an ta cotmeha 2026’an herî kêm 2 hezar û 230 kes li Îranê hatine darvekirin. Di nava wan de 54 jin û 47 girtiyên siyasî û 4 zarok jî hene. Hatiye gotin ku ev amarên herî tirsnak ên darvekirinê yên 40 salên borî ne.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di hefteya borî de cezayê darvekirinê yê ku li girtiyên siyasî û xwendekarên bi navên; Emîr Hesen Ekberî Munferîd, Elî Zakanî (19), Cabir Xesrewî û Omer Durstaran hatibû birîn, hatiye bicihanîn.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di hefteya borî de ciwanê bi navê Umêd Qanûnî (17) li Xwansar û welatiyek bi navê Fereydun Mekarî li Meşhed di jêr êşkenceya hêzên rejîmê de hatine qetilkirin.







