Azadiya Welat bi manşeta ‘Pêvajoyê jehrî nekin’ derket

  • 09:18 26 Cotmeh 2026
  • Rojane
AMED - Rojnameya Azadiya Welat di hejmara 42'yemîn de balê dikişîne ser nêzîkatiya hikûmetê û dewletê ya li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û manşeta “Pêvajoyê jehrî nekin” derxist pêş.
 
Hejmara 42'yemîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Pêvajoyê Jehrînî nekin” gihişt ber destê xwînerên xwe. Vê hefteyê nivîskarên rojnameyê Felemez Ulug û Zinar Ronî geşedanên 2 salan analîz kirin û bal kişandin ser nêzîkatiya hikûmetê ya ku pêvajoyê dirêj dike û feraseta hikûmetê ya li hemberî Aştî û Civaka Demokratîk.
 
Nivîskar Mulkiye Bîrtane jî bi sernavê “Xwişk û biratiya mirovan” balê dikişîne ser hiqûqa wekheviyê ya di navbera gel, bawerî û nasnameyên cuda de. Nivîskar Îsmet Konak jî di rûpela Kirmanckî de bi sernavê “Tirkîya de ‘Kulturê talanî’ balê dikişîne ser çanda talankirinê ya li Tirkiyeyê.
 
Di rojnameyê de dîsa nivîskar Medenî Ferho, Gelawêj Ewrîn, Arslan Ozdemîr, Zaza Cebelî, Prof. Dr. Abdulîllah Polat, Siyabend Aslan, Serbest Rêzan, Kadîr Stêra, Keleş Kîwexî û Kadrî Kiliç bi gotarên xwe bal kişandin ser mijarên di rojevê de.