Hat xwestin biryara neşopandinê ya dosyaya Naşîde Toprak bê rakirin
- 14:27 7 Kanûn 2021
- Hiqûq
AMED - 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, xwest biryara neşopandinê ya du lêpirsînên derbarê Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin de hatibûn dayîn bên rakirin û dozname were amadekirin.
Danişîna doza ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" li Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ku qeyûm tayînî şûna wê haitbû kirin hatibû vekirin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Naşîde beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê li danişînê amade bû. Ji ber şandeya dadgehê hat guhertin, belgeyên berê hatin xwendin. Dadgehê aşkera kir ku bersiva 11 lêpirsînên cuda yên bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” derbarê Naşîdeyê de hatine vekirin hatine û biryara ku hewceyî lêpirsînê nîne hatiye dayîn.
Dozgeriyê diyar kir ku heke daxwaza berfirehkirina lêpirsînê tunebe daxwaz kir ku ji bo derbarê esasê de mutaalayê amade bike dosyayê bidin wî. Parêzerê Naşîdeyê, Bûrhat Arta jî xwest ku kêmasî bên temamkirin.
Heyeta dadgehê ku biryara xwe ya navberê aşkera kir, biryar da ku bi daxwaza biryara neşopandinê ya du lêpirsînên derbarê Naşîdeyê bên rakirin ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re muzekere bê nivîsandin, heke dozname bê amedekirin jî doznameya bi daxwaza yekkirinê ji dadgehê re bê şandin. Dadgehê danişîn taloqî 20'ê çileya 2022’yan kir.