Doza Kobanê: Demokrasî ji bo me hemûyan ferz û pêdivî ye

  • 15:05 23 Kanûn 2021
  • Hiqûq
ENQERE - Nivîskar Gulfer Akkaya ya di Doza Kobanê de parastin kir bal kişand ser pirsgirêkên kurd û Elewiyan û da zanîn ji destpêka komarê ve ye ew wekî welatiyên wekhev nehatine qebûlkirin û bi komkujiyan rû bi rû mane. Demokrasî ji bo me hemûyan ferz û pêdivî ye.
 
Danişîna 8’emîn a Doza Kobanê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê yên berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin. Parêzer, malbatên girtiyên tên darizandin û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin. 
 
Siyasetmedarên girtî tên darizandin û li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin û endama Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) HDP’ê ya berê û nivîskar Gulfer Akkaya li eywana danişînê amade bûn. Siyasetmedarên din ên girtî jî ji girtîgehê lê bûn bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Selahattîn hêcet nîşan da û beşdarî danişînê nebû. 
 
Piştî tespîta nasnameyê danişînê dest pê kir. Gulfer Akkaya di danişînê de axivî û diyar kir ku bi van dozan siyaseta jinan tê astengkirin û têkoşîna wan li dijî zilm û serweriya mêran a li ser jinan e. Gulfer da zanîn ku ew ji ber têkoşîn û parastina mafê jinan tê darizandin û ew vê darizandinê û sûcdariyên li ser xwe qebûl nake. 
 
‘Demokrasî ji bo me hemûyan ferz û pêdivî ye’ 
 
Gulfer destnîşan kir ku ev dozek siyasî ya bi fen û fût e û li welat ji damezrandina Komarê vir ve pirsgirêka kurd heye û ji ber ku wan ji kêşeya kurd re çareseriyê xwestiye ew niha tên darizandin. Gulfer da zanîn ku divê kurdbûn û xwestina aştiyê nebe sûc û got: “Ev doz dozek komplogerî ye û armanca sereke ya vê dozê ew e ku HDP were girtin, rêveberên wê werin girtin û hêviya jiyana nû ya bi hev re bê tunekirin. Li hember me sûc tê kirin. Demokrasî ji bo me hemûyan ferz û pêdivî ye.”
 
Piştî axaftina Gulferê dadgehê navber da danişînê. 
 

Etîketan:

kobanê doz