Parêzer Esra Kiliç: Dozên windakirinê girêdayê pêvajoya siyasî dimeşin
- 09:01 5 Hezîran 2022
- Hiqûq
STENBOL - Yek ji parêzerên Navenda Hafizayê Esra Kiliç der barê bi zor windakirin û înfazan de axivî û got ji 12 dosyayên bûne yek 8 heb kujerên wan berat kirine û 4 dosya jî didomin.
Li gorî daneyên Navenda Hafizayê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Tirkiyeyê di navbera 1980-2001’ê de hezar û 388 kes di bin çavan de hatine wisankirin û li hinek daneyan li bajarên Kurdan di salên 90’î de 17 hezar kuştinên kiryar nediyar ku kiryarên wan diyarin hatine jiyîn. Piraniya van bûyeran jî ji aliyê dewletê ve ser wan hat girtin û hinek jî di bin siya daraza ku di bin kontorla deshilatdariyê de ye, li bendê edeletê ne.
Ji parêzerên Navenda Hafizayê Esra Kili. Der barê bi zor windakirin û înfazên dijhiqûqî de ji ajansa me re nirxandin kir.
Hezar û 380 bi zorê windakirinên hene
Esrayê da zanîn ku der barê bi zorê windakirinê de daneyeke zelal tune ye û wek Navenda Hiş di encama hevdîtinên bi malbat û şahidan re ji 500’î zêdetir kes bi zor hatine windakirin û wiha vegot: “Di xebatên ÎHD û TÎHV de ji hezar û 380’ê zêdetir kes hatine windakirin. Ev hejmar jî ji salên 90’î şûndetirin. Beriya 90’î jî li Tirkiyeyê windakirin hene. Lê di salên 90’î de bi sîstematîk hatinekirin. Li gorî NY’ê bi zor windakirin eve; di bin çavdêriya dewletê de binçavkirin, girtin û jê agahî nehatin girtin, ji bin parastinê derxistine. Ji bo kesên bi aşkera hatine revandin û gumanbarên wan ne diyarin tê bikaranîn.”
Piranî rewşenbîrên Kurd in
Esrayê wiha dirêjî dayê: “Piştî tevgera Kurd derket holê dewletê ev wek pirsgirek cidî girt dest. Dewletê wek rêbaza çewisandin û cezakirinê bi zor windakirin kir dewrê. Piranî kesên hatin windakirin jî rewşenbîrên Kurd bûn.Heta niha tenê ji bo 85 ksan pêvajoya dozê hat destpêkeirin. Dozê hatine girtin li gorî pêvajoya siyaî hatin vekirin û girtin. Ber bi dawiya salên 90’î Tirkiyeyê ji bo Yekitiya Ewropa (YE) hinek sererastkirin da ber xwe. Konseya Ewropayê di raporên der barê Tirkiyeyê de amade kirin de gotin divê êdî ev bûyer bên çareserkirin. Li ser vê doz hatin vekirin û hinek pêngav hatin avêtin. Di 2003’an de bi hatina desthilatdariya nû re di 2010’an de bi guherîna Destura Bingehîn re soz da ku wê gumanbarên darberê 1980’ê bên darizandin. Doza 12’ê îlonê di 2012’an de hat vekirin û di 2014’an de encam bû. Piştre doza Ergenekonê hat vekirin. Der barê JÎTEM’ê de gelek delîl derketin. Di 2015’an de bidawîbûna pêvajoya çareseriyê re bi hewldana darbeya 2016’an re Tirkiye dîsa ket krîzeke mafê mirovan û ev doz ji holê rabûn.”
‘Wek Sûc tê venasîn’
Esrayê bi lêv kir ku pirsgirêka di darizandinan de hatiye jiyîn wekhev bûne û daraz û gumanbar wek hev tevgeriyane û ev rewşa dijhiqûqî derketiye holê û wiha dirêjî dayê: “Sûcên bi zor windakirin di hiqûqa netewî de wek sûc nayê venasîn. Girêdayê vê jî pirsgirêka demboriyê derket holê û ji ber qanûnî nayê venasîn jî usulek lêpirsîna taybet nayê dîtin. Wekê ku sûcê şexsî ye hatin dîtin. Bi giştî 12 doz hatin vekirin. 8 heb bi beratê hatin encam kirin. 4 heb jî hÎna didomin. Doza Musa Anter jî hinek maye 30 salî tije bike. Em dibînin ku wê nava sê mehan de biryar neyê dayîn û doz bikeve ber demboriyê. Doza Musa Anter bi girtinê re hatiye rû hev.”
‘Di Doza Kuştinên Kiryar Nediyar de lêkolînek bi bandor nayê kirin’
Esrayê balkişand ser Doza Kuştinên Kiryar Nediyar a Enqereyê û ev nirxandin kir: “Doza Kiryarnediyar a Enqereyê ku wek doza JÎTEM’ê tê binavkirin û Mehmet Agar û Korkut Tekîn wek gumanbar tên darizandin di 2019’an de biryarên beratê hatin dayîn. Îstînafê biryar xera kirin. Dosya vegeriya dadgeha herêmî. Sê runiştin hatin dîtin. Divê der barê dozê de lêkolînek bi bandor bê kirin. yek ji dozê hîna didome ya Vartînîs a Muşê ku malbateke ji 9 kesî pêk dihat hat qetilkirin didome. Di dozê de girtin derket lê înfaz tune.”
‘Desthilatdarî bi nakokî tevdigere’
Esrayê destnîşan kir ku desthilatdariyê demekê bi dayika Cemîl Kirbayir yê di binçavan de hatiye windakirin, Berfo Kirbayir re hevdîtin kiriye û hêvî daye malbatan û di vê mijarê de jî wiha got: “Doz jî wê pêvajoyê de vebûn. Lê doz bi beratê bi encam bûn. Li hember Dayikên Şemiyê mudaxale pêk hatin. Ev jî naqokiya desthilatdariyê nîşan dide. DMME’ê der barê van dozan de got ‘lêkolîn bike, şahidan guhdar bike û delîlan kom bike’. Piştî van hinek doz hatin vekirin. Malbatên ku zarokên xwe û xizmên xwe winda kirine dixwazin bibînin ku gumanbar tên darizandin. Em encamên dozên înfazên dijhiqûqî û bi zor windakirinê dişopînin. Dosyayê niha li ber AK û BK’ê hene. Hewldanên me di vê miajrê de didomin.”