Danişîna doza Lîna Nazli ya 3 salî hat taloqkirin
- 21:10 9 Hezîran 2023
- Hiqûq
DÎLOK - Danişîna doza der barê mirina Lîna Nazli Erbay a 3 salî ku hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 6 mehan di sarincê de hatibû veşartin, hat taloqkirin.
Li Dîlokê Lîna Nazli Erbay a 3 salî piştî ku hatibû qetilkirin, cenazeyê wê 6 mehan di sarincê de hatibû veşartin. Danişîna ewil a doza der barê kuştina Erbayê de îro li Ddageha Cezayê Giran a 1'ê ya Dîlokê hat lidarxistin. Kujer Mehmet Aksû û Mûhabbet Toz bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Dê û bavên Erbayê, parêzerên wan û parêzerên Baroya Dîlokê û TBB'ê, Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Dîlokê, UCÎM, ÇODEM jî tevlî danişînê bûn.
Danişîn bi hinceta berhevkirina delîlan taloqî 19'ê Îlonê hat kirin.