Danişîna doza Fîgen Aras hat taloqkirin
- 14:10 14 Hezîran 2023
- Hiqûq
AMED - Endama Akademiya Jinan Fîgen Aras, bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin îro danişîna wê hat dîtin û danişîn taloqê 25'ê cotmehê hat kirin.
Endama Akademiya Jinan Fîgen Aras bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin. Danîşîna Fîgenê îro li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Fîgen û parêzerê wê tevlî danişînê bûn û hinceta xwe ji heyeta dadgehê re ragihandin.
Heyeta Dadgehê danişînê taloqê 25'ê Cotmehê kir.