Rojnameger Elif Ungur: Em têkoşerên heqîqetê ne
- 12:55 12 Tîrmeh 2023
- Hiqûq
AMED - Elîf Ungur di danişîna doza ku 18 rojnameger jê tên darizandin de, bal kişand ser rojnamegertiya jinê û got ku ew têkoşerên heqîqetê ne.
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê navenda wê Amed li gelek bajaran di 8'ê Hezîrana 2022'yan de bi ser mal û sazî û degehên çapemeniyê de hat girtin, 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin. Ji kesên ku hatin girtin Mudura Karên nivîsê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Mudurê Karên Nivîsê yê Rojanameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Aktdenîz û Mehmet Şahîn di 16'ê Hezrîanê de piştî ku derxistin dadgehê bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Derbarê 18 rojnamegerên ku 15 ji wan girtî ne de piştî 10 mehan di 12'ê Adarê de bi îdaya "endamtiya rêxistinê" îdanameya ku hatibû amdekirin ji alyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di îdanameyê ji rojnamegeran re ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Mudura Karên Nivîsê ya JINNEWS Safiye Alagaş ku dosyaya wê ji yên din hat veqetandin di 15'ê Hezîranê de di danişîna dozê ya ewl ku hat dîtin de hat tahliyekirin. Danişîna ewil a doza 18 rojnamegeran ku 15 jê girtîne di roja 2'emîn de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dewam dike.
Rojnamegerên girtî û parêzerên wan tevli danişînê bûn. Li gel malbatên rojnamegeran, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamegeran Dîcle Firat (DFG), Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), ji welat û dervê welat gelek sazî, rêxistin û nûnerên partiyên siyassî danişîn şopandin.
'400 roj in em bê sûc di girtîgehê de ne'
Rojnameger Azîz Oruç ku di roja duyemîn a danişînê de parastina xwe ya ewil kir, spasiya her kesê ku hevgirtinê nîşan da kir. Azîz da zanîn ku hevrêyên wî duh bi dirêjî behsa rewşa rojnamegeriyê ya li Tirkiyeyê kirine û got ku ew nizanin ev rewş çiqas hatiye fêmkirin. Azîz got, “Gelek caran hatim binçavkirin, girtin û beraat kirin. Bi rastî ez ji ber endamtiya rêxistinê dihatim darizandin, dadgerê ku ceza li min birî endamê FETO'yê bû û dema dadgerekî din hat got 'bibore' û beraet bûm. Dîsa piştî demeke dirêj ez hatim binçavkirin û girtin. Her tim ji me re dibêjin 'pîşeya xwe biparêzin'. Di îdianameyê de dozger bi nîşandana nûçeyek wekî delîl ji bo nûçeyeke din hewl dide sûcê biafirîne. Min qet îdianameyek ku bêhna nûçeyê jê tê nedîtiye. Dibêjin “Tu rojnamevan î lê terorîst î” yan jî “Tu rojnamevan î lê sûcdar î”. Di serdema AKP'ê de her kes terorîst e; Ji nanpêj bigre heta yê li kolanê terorîst û sûcdar in. Dadgeha Destûra Bingehîn jî ku dadgeha herî bilind e ku edaletê pêk bîne jî heman tişt e û ez nizanim di vê rewşê de biryar çawa tên dayîn."
‘Rojnamegertî kirasekî ji agir e’
Azîz diyar kir ku ev 400 roj in di girtîgehê de ne û wiha got: "Ev 400 roj in bê sûc em di girtîgehê de ne. Piştî 400 rojan em anîn salona dadgehê û îfadeya me digirin. Sûcê we hebe jî nayê qebûlkirin ku mirov 400 rojî li benda dadgehkirinê bimîne, em ne sûcdar in. Ev kurteya rewşê diyar dike. Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di nav 184 welatan de di rêza 160’emîn de ye. Nûçeyên ku em çêdikin û ji wan tên darizandin qet ji rojeva welêt ne serbixwe ne. Ji me re dibêjin nûçeyên werzîşê û kovaran çêkin, em dikin, lê dema ku pirsgirêkên welat evqas eşkere hebe em nikarin li hember van pirsgirêkan xwe ker bikin. Em nûçeyên xwe diparêzin û em ê bidomînin. Di îdianameyê de dozger hem em sûcdar kirine û hem jî bê sûc. Em dizanin ku rojnamegetî kirasekî ji agir e û em van sûcdariyan qebûl nakin."
'Ji ber ku me dengê jinan da bihîstin em hatin girtin'
Piştre jî rojnameger Elîf Ûngûr mafê axaftinê girt û wiha got: “Ji tiştê ku min kiriye ez xwe berpirs dibînim. Ez qebûl nakim ku agahî û belgeyên din têxin dosyayê. 200 bername û 2 hezar û 400 nûçe hene lê tenê 22 li dosyayê hatine zêdekirin. Hemû hatine hilbijartin. 7 jê nûçeyên Newrozê û yên mayî jî bernameya çandê ne. Newroz li gelek welatan bi çalakî û stranan tê pîrozkirin. Wêneyên rengîn derdikevin holê. Li dora milyonan kes beşdar dibin û li Amedê jî bi heman awayî tê pîrozkirin. Dîsa belgefîlma Heza wekî sûc di dosyayê de cih digire, lê ev belgefîlm têkoşîna jiyanê ya jina Êzidî vedibêje. Ev belgefîlm jî belgefîlmek xelatgirtî ye. Tiştekî din ê ku sûc e, têkoşîna Dîlan Cûdî ya di girtîgehê de ye. Gurbetelli Ersöz jî ji ber heman sedemê di dosyeyê de cih girtiye, lê Gurbetelli yekem edîtora jin e ku li Ozgur Gündemê li Tirkiyê kar dikir, nameyên wê ji aliyê hunermendên navdar ên cîhanê ve li ser keviran hatine xêzkirin. Ji bo rojnamegerên jin jî pir girîng e. Nûdem Durak bi zimanê xwe yê zikmakî kurdî stran got, lê di girtîgehê de ye û ji ber nexweşiyê dengê wê têk diçe. Hunermendên navdar ên cîhanê bang lê kirin û tevlî bernameyên xwe kirin. Ez jî ji bo ku min dengê wê da bihîstinwek sûcdar hatim dîtin. Nûdem nîşaneya zilma li ser gelê Kurd e. Erka min e ku bibim dengê gel. Girîngiya JINNEWS’ê li ber çavan e. Safiye Alagaş û Bêrîtan Canozer ên ku ji ber bûn dengê jinan hatin girtin, mafê wan ê nûçeyan hat astengkirin. Me feraseteke ku ji bo heqîqetê têdikoşe qebûl kiriye. Dema ku em televîzyonê vedikin, em weşanên yekreng dibînin, ku televîzyonên yek-kanal ên serdema berê tîne bîra me.”
'Îstatîstîk asta zextan nîşan dide'
Elîf di berdewamiya axaftina xwe de got: “Zext, tundî, çewisandina darazê û polîtîkayên sûc ên li ser çapemeniya Kurd tên meşandin nîşan dide ku bêhiqûqî çiqasî zêde ye. Belgeyên ku jê re dibêjin sûc tenê rojnamegertî ye. Hûn nikarin ramanên me asteng bikin û zextên keyfî berdewam bikin."
Rojnameger Sûat Dogûhan jî diyar kir ku piştî 13 mehan cara ewil e ku li dadgehê rû bi rû ne. Sûat got, “Xuyaye em ne rojnamegerê yekemin ku li welat tên darizandin û ne jî yên dawîn e. Mixabin ev rastiya welat a xemgîn e. Piştî ku min zanîngeh qedand, bi salan xebitîm û di warê pîşeyî de hatim astekê, paşê min şirketek xwe vekir. Şîrketeke bacê dide çawa sûc dike? Ji bo sûcdariyên li ser min; 3 kaset hene ku bi gelemperî qeydên axaftinê ne. Kesê ku wek Memo li dosyayê hatiye zêdekirin Mehmet Pehlîvan û mamê min bi xwe ne. Mamê min ji ber rewşa edlî li Swîsreyê hatiye girtin û di girtîgehê de ye. Axaftina li ser mamê min û xwestina haybûna ji rewşa wî sûc tê dîtin. Kaseteke din jî qeydên telefonê yên hevalên min ên em li ser kar axivî ne. Ger ez bi gelemperî nekaribim bi xebatkarên xwe û hawîrdora xwe re bipeyivim divê ez çi bikim? Ez di jiyana xwe de 3 caran çûm derveyê welat, dozger got ku ez 10 caran çûm, ev jî nîşan dide ku dosya çiqasî şêlû hatiye amadekirin."
Daneşîn bi parastina rojnamegeran didome.