Ozum Vurgun: Mêrê ku qetil dike tê parastin

  • 09:02 26 Îlon 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Parêzer Ozum Vurgun, ji bo runiştina biryarê ya doza  Hasret Tutal a li Rihayê ku tê îdiakirin ji aliyê hevalê xwe yê mêr ve hatiye qetilkirin, banga tevlibûnê kir.
 
Hasret Tutal di 7’ê cotmeha 2021’ê de li taxa Akpinar a Karakopru ya Rihayê ji aliyê mêrê bi navê Bekîr Şervan Gurel ve bi çekê hat qetilkirin. Piştî bûyerê gumanbar hat binçavkirin û di îfadeya xwe de îdia kir ku ‘bi şaşî’ bûyer pêk hatiye. Gumanbar piştî bûyerê hat girtin û serdozgeriya komarê ya Rihayê ji sûcê ‘ji qestî jin kuştin’ îdianame hat amadekirin. Îfadeyên şahidan, qeydên kamerayan, îfadeyên muştekiyan di îdianameyê de cih girt û rapora krîmînal de  hat diyarkirin ku gule ji dur ve hatiye berdan û li rû, mil û lingên Hasretê morî hebûye. Doza gumanbar di 13’ê tîrmehê de hat dîtin û dozgerê mutala da cezayê muebetê xwest.
 
Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ozum Vurgun  der barê doza Hasret Tutal ya di 27’ê îlonê de li Edliyeya Rihayê tê dîtin bang kir.
 
‘Divê xwedî li dozê bêderketin’
 
Ozumê  der barê helwesta sazî û rêxistinên jinan yên li hember doza Hasretê rexne kir û got: “Komeleya Rosa ji serî de ligel me bû. Komeleyên jinan yên Rihaye, TJA, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê ji serî de xwedî li dozê derketin. Lê mixabin saziyên din yên aliyên rojavayê Tirkiyeyê hinekî xwe dan alî. Ji ber ku ew bi dozên populîst re eleqeder dibin. Armanca wan derketiye derveyê tûndî û qetilkirina jinan. Hevala me Belen Nesîl Coşgun ya li buroya Enqereyê dixebitî di 15’ê hezîranê de ji aliyê hevalê xw ve hat qetiklirin. Dişibe bûyera Hasretê. Tenê cudahiyek heye Belenê pê lî KADES’ê kiriye. Piştî pêlê dike tê qetilkirin. Delîl dertê holê. Mêrê Hasret qetil kir bi aşkera dibêje întîxar kiriye. Dosya Belen û Hasretê wek heve. Ji bo Belenê evqas daxuyanî û bang hatin kirin. Gelo çima ji bo Hasretê nehatin kirin.”
 
‘Kuştinên jinan polîtîk in’
 
Ozumê bal kişand ser şîara ‘kuştinên jinan polîtîk in’ û wiha vegot: “Ev cînayet polîtik in. Tenê hinek dosya dibin rojev. Hinek dosya qet nayên rojevê. Ev jî nêzîkatiya populîst derdixe holê. Lê ez dîsa jî dibêjim ku dibe ku ji ber karê wan zêdeye  an jî ji ber durin wisa nêz dibin. Îpek Er ne têde tu dosyayên herêmê de tûnebûn.  Ji ber vê dibêji ku divê saziyên jinan hinek din bi edelet nêz bibin. Ez bang li hemû rêxistinên mafê mirovan û saziyên jinan dikim kut evli runiştina dawî ya doza Hasretê bibin. Bila wê rojê ligel Hasretê bin.”
 
Li dijî bêcezahiştinê banga piştevaniyê
 
Ozumê he wiha balkişand ser zêdebûna qetilkirina jinan û daxuyand ku sedema vê zîhniyeta serdeste û wiha dawî lê anî: “Mêr bi rêxistin pêş dikeve. Li emniyet,dozgerî, dadger û dewletê bi rêxistin pêş dikeve. Daraz û polîs ligel wan e.  Her cureyê delîlan dikare bê reşkirin. Mêrê ku qetil dike tê parastin.Ev pir hêsane. Em bawer dikin wê di dosya Hasretê de ne wisa be. Wê cezakirinek hebe.  Em bawer dikin ku wê vê carê wê edelet bê cih. Ji ber vê carek din dubare dikim. Hemû jinan di 27’ê îlonê de dipêm Edliyeya Rihayê.”