Danişîna rojnameger Dîcle Muftuoglu dest pê kir
- 14:44 18 Çile 2024
- Hiqûq
AMED - 2'yemîn danişîna doza Hevseroka DFG'ê û edîtora Ajansa MA'yê Dîcle Muftuoglu dest pê kir.
Danişîna 2'yemîn a Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirina rêxistinê û birêvebirina wê” tê darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Rojnameger Dîcle Muftuoglû li girtîgeha tê ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bû.
DFG, Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), DÎSK Basîn-Îş, nûnerên MLSA, rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî tevlî danişînê bûn.
Dîcle bi hinceta şahidê vekirî Kerem Gokalp û şahidê veşartî "K8Ç4B3L1T5" nehatine guhdarîkirin, nehat berdan.
Tê payîn ku di danişînê de şahid bên guhdarkirin.