Rûniştina rojnameger Nimet Olmez hat taloqkirin
- 11:48 7 Sibat 2024
- Hiqûq
WAN - Rojnameger Nimet Olmez ji ber parvekirina derbarê Esra Y. ya bi tecawizê rû bi rû mabû ya li ser medyaya dîjîtal hat darizandin û rûniştina wê hat taloqkirin.
Li Şemzînana Colemêrgê di 27'ê Gulana 2016'an de Veysi, Zahir û Nihat Yilmaz tecawizî Esra Y. ya 11 salî kiribûn. Serokê Bajêr ê AKP'ê Zeydin Kaya parêzertiya bersûcan kiribû. Rojnameger Nimet Olmez ji ber şîroveya têkildarî mijarê ya li ser medyaya dîjîtal hat darizandin.
Rûniştin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Asliyeyê ya Colemêrgê hat dîtin. Rûniştin taloqî 24'ê Nîsanê hat kirin.