Derhêner Rojhilat Aksoy beraet kir
- 13:46 6 Nîsan 2026
- Hiqûq
AMED - Rojhilat Aksoy a ku ji ber pêşandana fîlmê anîmasyon ê behsa Qirkirina Ermeniyan dikir der barê wê de doz hatibû vekirin beraet kir
Ji ber pêşandana fîlmê anîmasyon ê bi navê “Zayîna Aurayê” ku behsa Qirkirina Ermeniyan dikir, der barê derhêner Rojhilat Aksoy de bi hinceta “Biçûkxistina saziyên dewletê” doz hatibû vekirin. Danişîna duyem li 22’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Amedê hat dîtin.
Danişîna ku bi tesbîtkirina nasnameyê dest pê kir dozgeriyê di mutalaya xwe de xwest Rojhilat Aksoy were cezakirin.
Dûre parêzerê dosyayê Firat Yildiz parastin kir, diyar kir ku ew tevlî mutalaya dozgeriyê nabin û xwest muwekîla wê beraet bike.
Firat Yildz wiha got: “Darizandinên bi vî rengî, pêşî li azadiya ramanê digrin, li pêşiya hunerê dibin bend. Muwekîka min dibêje ku ew derhênera vê fîlmê nîn e. Ew bi xwe tenê di pêvajoya weşandina wê de cih digre. Derhêner be jî ev rewş divê di çarçoveya azadiya ramanê de were nirxandin. Di vî warî de biryarên emsal ên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane hene. Parvekirinên ku bûyerên 1915’an qirkirin e hatine kirin û Baroya Amedê jî din av de biryarên emsal ên sazî û kesên ku hatine beraetkirin hene. Em dixwazin muwekîla me jî beraet bibe.”
Piştî parastinan heyeta dadgehê der barê dosyayê de biryara beraetê da.







