Zaînal Abakarov di encama zextên emniyetê de ji welat hatiye derxistin
- 09:05 21 Gulan 2026
- Hiqûq
Şehrîban Aslan
AMED - Di lêpirsîna Gulistan Doku de, parêzerê Zaînal Abakarov diyar kir ku muwekîlê wî ji ber zexta midûrê emniyetê derketiye derveyî welat û ew dîsa hatiye vegerandin û got ku ev yek dikare bi qeyden telefonê jî were îspat kirin.
Xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku 6 sal berê winda bû. Di ve pêvajoyê de di lêpirsînê de tu pêşketin nehat jiyîn û herî dawî di meha Nîsanê de binçavkirin û girtin hatin jiyîn. 17 kes hatin binçavkirin û 12 jê hat girtin. Piştî vê di îfadeyan de jî derket holê ku delîl çawa hatine reşkirin. Di îfadeyên kesên hatine binçavkirin de nakokî jî balê dikşînin. Derket holê ku Tuncay Sonel berpirsiyarê veşartina delîlan bû.
Daxuyaniya ku Zaînal Abakarov, yek ji gumanbarên sereke yên lêpirsîna Gulistan Doku, di 6'ê Sibata 2020'an de daye dadger, hatiye bidestxistin. Di daxuyaniyê de, parêzerê Zaînal Abakarov di parastina xwe de diyar kiriye ku Zaînal Abakarov ji aliyê polîs û dewletê ve şandine derveyî welat.
Parêzerê Zaînal Abakarov di parastina xwe de got: "Muwekîlê min ji kêliya ku Gulistan ji malê derketiye ve tu agahî ji tiştê ku qewimîye tune ye. Di bin zexta midûrê emniyetê, parêzvanên wî û zilamekî bi navê Ertugrul de, pêşniyar hat kirin ku Zainal bibin Rûsyayê. Ji ber ku muwekîlê min nexwest ku kurê wî ji ber nebûna dosyeya sûc ji welat bireve, wî ji rayedarên peywendîdar ên ku ev daxwaz kirine daxuyaniyek nivîskî xwest. Ev yek dê bi lêkolîna tomarên telefonê were eşkerekirin. Piştî wergirtina vê daxuyaniyê, muwekîlê min û malbata wî pêşî hatin parêzgeha Elezîzê da ku kurê xwe bibin derveyî welat. Piştre, di 9'ê Çileya 2020'an de, wî welat terk kir. Piştî ku ji welat derket, dîsa ji hêla heman polîsan ve zext li Zainal hat kirin ku vegere Tirkiyeyê."
Daxuyaniyên ku dibêjin Zaînal Abakarov bi zext û daxwaza polîsan hatiye şandin derveyî welat û dû re jî bi daxwaza Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylu ew vegerandine Tirkiyeyê, nîqaşên li ser pêvajoya lêpirsînê ji nû ve gur kirine.
Wekî din, eşkerekirina ku ZaînalAbakarov bi zexta midûrê emniyetê hatiye şandin, diyare ku hemû gumanên di lêpirsîna Gulistan Doku de li ser kesekî tenê bê rawestandin ku doz were girtin.







