
Jinên êzidî 8'ê Adarê pîroz dikin
- 09:09 7 Adar 2025
- Ji Pênûsa Jinan
"Pêvajoya 8'ê Adara 2025'an bi pêşketina banga 'Aştî û Civaka demokratîk' coş û moralek mezin da me. Ji ber herî zêde pêwîstiya jina bi dinyayeke bêşer, bi aşîtî û civaka demokratîk heye. Em ê bi vê kêfxweşiyê, 8'ê Adarê li ser çiyayê Şengalê bi xeyal û hêviyê aştî û azadiya hemû jina bi xemilînin û pîroz bikin."
Yezda Havîn
Em weke TAJÊ Tevgera Jinên Êzidî li Şengal bi bername û çalakiyên cûrbecûr û bi şêwazê dewlemend bi coş û kelecan xwe ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê re amade dikin. Em bi kelecan in ku bi jina zana û rêxistinkirî, bi berxwedan û tekoşînê rûpelekî dîrokî bi jina serhildêr ve ala mîrateya 8' Adarê radikin û bilind dikin. Em ê bi vî ruhî tovê wateya 8'ê Adarê li ser xaka Şengalê bireşînin û bûyîna çandeke dîrokî û afirîner bi destê jinên kedkar mayîn de bikin.
Di vê wateyê de, jinên êzidî di dîroka xwe de ji rastiya 8'ê Adarê ne dûr re. Di dîrokê de, bi asoyên efsûnkarî û bi hîsên pêderxistinê hertim ji rojên awarte re pêşengî kiri ne. Her roj heta her kêlî hemû wext ji bona jinên êzidî weke roja 8'ê Adarê bi êriş û berxwedanê qewimî ye. Bi hezara çîrokên jinên Êzidî ê navdar weke Zarîfe Osê, Meyan Xatûn û her wiha bi hezara jinên ku li dijî zilm û zordariyê derketine, serîrakirine têr û tije ye. Lewma ruhê 8'ê Adarê bi jinên êzidî re her jiya ye. Ji ber di xwezaya wê de, bêheqî, koletî û zordarî nîne. Berovajî jiyanake wekhevî û azadî heye û li dijî hemû êrişan parastina xweyî rewa kiri ne.
Çawa jinan li Emerîka bajarê New York di roja 8'ê Adarê de li dijî bêheqiyê, zayendperestiyê, olperestiyê û desthilatdariyê serî rakiri ye; jinên êzidî jî bi heman ferasetê serîrakirine û ber xwe dane. Rexmê 74 fermanên bi ser wan de hatine jî, herî zêde jin hedef hatine girtin û li beraberî vê tu carî serî netewandine, koletî qebûlnekirine. Îca hem weke jin û hem jî weke jinên êzidî bi baweriya Êzdiyatî ve girêdayî hîn zêdetir bi bêheqiyê, bi fermana û bi tûndiyê re rûbirû mane û dimînin. Lewma jinên êzidî ji hemû jinên cîhanê bêtir bi zîhniyeta nijadperestî, zayendperestî, û olperestî ve di bin xeterî û êrişa de ne. Di hemû şer û pevçûnan de, wekî tê zanîn jin hedef tên girtin. Nûmûne di fermanê de DAIŞ'ê jin hedef girt, heft hezar jin hatine revandin, kuştin, wendakirin û hîn aqûbeta geleka ji wan nayê zanîn. Ev jî êş li ser êş ê, tûndî li ser tûndiyê zêde dike, hem dilê jinan dişewitîne û hem jî qewîn dike. Wekî Rêber Apo dibêje; "Êşa min nekuje, min qewîn dike", di wê wateyê de, êşa me me nekuşt, me qewînkir, çalakkir, lêgerîner kir, zanakir û ber bi tekoşîna "Jin jiyan azadî" ve dahf da. Jinên êzidî li beraberî vê tûndiyê bi bîryardarî, bi israr radiweste.
Êdî ne tenê ji bo jinên êzidî ji bo jinên Iraqê jî xebatê xwe dimeşînin. Bi taybetî dewleta Iraqê di demek kurt de qanûna "Zarok neh salî dikar e bizewice" tê wateya rewakirina çanda destdirêjiyê. Nûmûne zilamekî sîh salî bi keçek neh salî re li beraberî pera ji bavê wê dixwaze û bavê wê pêr e dizewicîne. Bavê keça xweyî zarok difiroş e û zilam jî dikire, her dû jî zilam in. Ev zîhnîyeta çanda destdirêjî û qirkirinê ye. Em vê zîhniyetê red dikin û mehkûm dikin. Bi vê qanûnkirina zewaca neh salî kuştina keçekê zarok di aliyê ruhî û fîzîkî de îfade dike. Ji ber qanûn e, tenê jin li dijberê vê qanûnê derdikev e. Yek ji sedemê têkoşîna me ya 8'ê Adarê jî ev rastî radizê. Em ê li beraberî qanûnê, jina tine dihesibîne bêdeng nemînin û di 8'ê Adarê de, bi jinên cîhanê re dengê xwe bilind bikin.
Belê, ji bo jin têbikoşin li xwebûna xwe xwedî derkevin û hebûna xwe biparêzin hezar sedemê paşverû ku pêşya jinê asteng dike hene. Lewma bi dirûşma "Jin jiyan azadî" stûna şaxê civaka demokratîk li dijî binpêkirina mafê jinê, bêheqiya jinê û kolekirina jinê, sazî û rêxistinên xwe ava dikin. Ev hewldan roj bi roj me xurt dike û bi hêz dike. Bi vî awayî hêz û îrada jinên zana û rêxistinkirî bi fikir û felsefeya civaka demokratîk û azad bi deng û rengê 8'ê Adarê tax û kolana vediguherîne çalakiya. Bi vî awayî qedera koletiya li ser jinan tê ferzkirin perçe dike, hildiweşîne û dirûxîne.
Pêvajoya 8'ê Adara 2025'an bi pêşketina banga 'Aştî û Civaka demokratîk' coş û moralek mezin da me. Ji ber herî zêde pêwîstiya jina bi dinyayeke bêşer, bi aşîtî û civaka demokratîk heye. Em ê bi vê kêfxweşiyê, 8'ê Adarê li ser çiyayê Şengalê bi xeyal û hêviyê aştî û azadiya hemû jina bi xemilînin û pîroz bikin. Ruhê 123 jinên têkoşer ku di oxira parastina mafê jinan de ruh dane li ser çiyayê Şengalê biçînin. 123 gul, ji her gulekî bexçeyekî, ji bexçeyekî daristanekê vejînin. Em di wê baweryê de ne ku wê 8'ê Adara îsal di bin bandora banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' ve ku şoreşa jin jiyan azadî îfade dike dakevin qadan. Taleb û xwestekê hemû jinan bi daxwaza aştî û civaka demokratîk re heman fikir û felsefê dihewîne. Jin çiqas pêşkeve, dinya ewqas pêşdikeve, jin çiqas ber bi azadiyê ve hilkişe, koletî ewqasî bêwate dibe, jin çiqas serbixwe be dinya ewqasî xweş û aram dibe, jin çiqas serwer be, dinya ewqasî bi xwezayê re aşitîxwaz e, jin çiqasî azadbe mirovahî ewqasî azad e. Ji bo vê yekê, wê roja 8 adarê jin bi jin re bi xeyalê pêşerojek azad û serbixwe biherikin qadan, wê bi rengê xwe dinyayê bixemilînin, wê bi tekoşîna xwe dîwarê zayenperestiyê hilweşînin, wê bi enerjiya xwe çerxa serdemê veguherînin ronahiyê, wê bi stranên xwe govenda azadiyê bigerînin, wê bi qêrîna xwe dawî li zordariyê bînin û wê bi îrada jin pêvajoya aştî û civaka demokratîk bikin bingehê serkeftina şoreşa jin jiyan azadî.
Bi vê ronahiyê ku sedsala 21'emîn, sedsala jinê bi wateya 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin û jinên ku di oxira azadiya jin de canê xwe dane bibîrtînin û ala wan li ser çîyayê Şengalê di destê jinên êzidî de li ba didin.