Ziman hafizeya civakan e

  • 09:06 8 Gulan 2026
  • Ji Pênûsa Jinan
Ziman ne tiştekî ku tenê ji bêjeyan pêk tê. Ziman hafizeya civakan e. Bîr û rabirdûya civakan e. Ji hêla din ve qasidê êşan, kêfxweşiyan, evînan û têkiliyan e. Ziman giyanê civakê ye. Ji ber vê dema em dibêjin 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di rastiyê de ev roj xwedîderketina li xwe ye.Em li xwe xwedî derdikevin.
 
Fatêxan Taşli Tûnç
 
Civaka ku zimanê xwe winda bike ew bi xwe jî winda dibe. Li gorî min wateya vê rojê ya herî girîng ev e. Ziman ne tenê pê peyivandin e, divê were parastin û pêşxistin jî. Nivîskar tenê ziman bi kar nayne. Gelek caran ji nû ve wî zimanî saz dike. Peyv û gotinên hatibin jibîrkirin bi rêya nivîsan zînde dike, bi ruh û can dike. Sînorên vegotinê fireh dike. Ziman têr û dewlemend dike. Rêya fikir û ramanê vedike. Li ser vî esasî ji civakê re dibin mînakên girîng û civakê bi rê ve dibin. Nivîskarên jin jî, hestên ku heta niha hatine eciqandin, hestên dayikî, û zerafeta jinê tevlî nivîsa xwe dikin. Bi vî awayî serdestiya nêr dişkînin. Bi dinyaya xwe ya hundirîn tiştên cihêreng derdixin holê. Ew jî ji bo zimanê Kurdî gelek bi wate ye.
 
Desthilatdar ne tenê axê, ziman jî dagir dikin mixabin. Dema welatek hatibe dagirkirin, heta bi kesayetiya mirovan jî texrîb dibe. Ziman diçe. Nasname diçe. Kesayetî diçe. Mirov dema ji xwe bi dûr dikeve winda dibe. Dema ku zimanek tê qedexekirin xwediyê wî zimanî jî tê biçûkxistin. Tê tunekirin. Çimkî ew zanin ku ziman here ew ê çîroka wî gelî jî biqede.
 
Di vê asîmîlasyon û qirkirinê de rol û misyona dezgeh û saziyên sivîl gelek muhîm e. Sekna wan û berxwadana wan dike ku heq û mafên tên binpêkirin derxin pêş çavan. Desthilatdar, tiştên ku dixwazin bi me bidin jibîrkirin sazî û dezgehên me yên sivîl rê li ber vêya digrin û rastiyan digihîjin civakê. Jixwe di civaka me de heq û mafê sereke zimanê me ye. Dema ev maf ji hêla sazî û dezgehên sivîl ve were parastin, bêhn li ziman jî fireh dibe.
 
Wek ku tê zanîn di her tiştî de destpêkek heye. Destpêka jiyana mirovane, dayik. Mirov di destpeka jiyana xwe de deng û bêhna dayika xwe hîs dike. Dengê yekem, hestê yekem, baweriya yekem dayik e. Têkiliya esas a dayik û zarokan ya bêhempa li ser ziman ava dibe. Jin gava zarokekî tîne dinyayê ne tenê bi xwarina zarok, mijûl dibe û zarok tenê bi vê xwedî û mezin nabe. Zimanekî dide zarok. Nasnameyekê didê. Şexsiyet, bîr û bawariyê dide zarok. Lê vana hemûyan jî bi rêya ziman didê. Ji ber vê yekê hêvî û ricaye me bi taybetî ji jinan ev e ku zimanê xwe bi kar bînin. Mirasa me yî herî dewlemend zimanê me ye, ya ku ew ê me li ser rûyê dinyayê bihêle ew e. Ma pêşiyê me çi gotine ? Ku jin azad be wê civak azad be. Ku civak azad be wê, mirovahî azad be. Ji dayikên kole, civakên azad pêk nayên. Di Rojhilata Navîn de, jina kurd, bi bedelên gelek giran, navê xwe bi tîpên zêrîn dan nivîsîn. Divê sazî û dezgehên sivîl jî bi xebata li ser çand û ziman li wê keda wan a giranbuha, xwedî derkevin. Lê elbet ev ne tenê peywira dayikê ye ev peywireke wijdanî ya hemû civakê ye.