Zimanê Kurdî xezîne ye

  • 09:03 9 Gulan 2026
  • Ji Pênûsa Jinan
"Ji despêka jiyanê de ziman yek ji hîmên bingehîn e ku meriv hestê xwe, dan û sitendinên xwe û îfadekirina xwe pê radigihîne û dide famkirin. Jiyan bi ziman xwedî wate dibe."
 
Zînet Dînçer
 
Di ser rûyê erdnigariyê de her miletek xwedî zimanê zikmakî ye. Pîrozkirina Cejna zimanê zikmakî di heman demê de pîrozkirin û parastina çand, dîrok, mûzîk û hebûna miletan e. Pîrozkirina cejna ziman, qal û bibîranîna dîrokê ye. Ziman hafize û xezîneya civakê ye, çîrok, axaftina rojane, gotinên dapîr û bapîran, dengbêjî, sitran ji qirnekî derbasî qirnekî dinê dibe. Dewlemendî û xezîneya çandî ye. Miletê li zimanê xwe xwedî derkeve, li koka xwe xwedî derdikeve. Ev saxlemkirina koka xwe ye, bi hêz xwedîderketina li pêşeroja xwe ye û pêşeroja xwe ronî dike. Wendabûna ziman ne tenê wendabûna peyv û gotinan e, wendabûna dîrok, çand û hebûnê ye. Wendabûna nirxê miletekî ye. Loma zimanê Kurdî xezîne ye.
 
Pîrozkirina cejna zimanê zikmakî nirxdayîna pirzimaniyê ye jî da ku her miletek bikaribe bi azadî zimanê xwe biaxive, biparêze, berfireh bike, ji pêşerojê re bi dewlemendî bike mîrateya nifşê bê. Em ji bîr nekin, kesên zimanê xwe diparêze hebûna xwe diparêze. Ji ber wê gelek kar dikeve ser milên berpirsyar û rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar, malbat, dê, bav û bi tevahî civakê. Qedexekirina zimanê civatekê tunekirin û îmhakirina miletekî ye.
 
Wekî ku tê zanîn zimanê Kurdî ji ber asîmîlasyon û qedexekirinê û hin sedemên siyasî kete xeteriyekê ku li ber bişaftinê, tunekirinê ye. Her Kurdek divê li xwe hay bibe biaxive, binivîsîne, perwerde bibe, Kurdî bike zimanê her qada jiyanê, sîyasî, civakî, bazarê, li malê erka xwe ya resen û ewil. Divê em wekî Kurd ji nifşê pêşerojê re zimanekî xurt bihêlin û wan bi awayekî xurt amade bike. Erka me ya sereke ye ev. Ji ber ku ev zimanê qedîm û nasname ya kurdan hebûn û mayina me ye. Em lê xwedî derkevin û biparêzin. Hinek zarok navê wan bi Kurdî ye lê belê bi Kurdî nizanin. Ev kêmasî, şaştiyeke pir mezin e. Divê em ji vê rêyê vegerin û ji bo geşkirina zimanê xwe li her derê cîhanê di nava liv û tevgerê de bin.
 
Çima Zarok? Ji ber ku pêşeroja me zarok in, ger zarok bi zimanê xwe nizanibin dê ziman tune bibe. Di vir de bar dikeve ser milê malbat û berpirsiyaran di perwerde û axaftina rojane  de. Em ji bîr nekin her zarokek pênç şeş salî dikare gelek zimanî bizanibe perwerde bibe
.
Ziman sedema zanebûna başî, xerabî, şîn û şahîya jiyanê, sihetê, bextewariyê û xwestinê ye. Mirêk û sitratejiya miletekî zimane, di maf  û axaftina mirovahiyê de wekheviya zimên wekî nan û avê pêwîst e. Ya çand û hunera miletan nasnameya miletan ji hev cuda dike, dide nasîn ziman e. Temsîliyeta herî muhîm  çand û huner e, ew jî bi zimanê zikmakî pêk tê.
 
Di kar û xebatên zimên de, di pêşketinan de divê em ranewestin. Zimanê dayikê wek şîrê dayikê bi tehm û lezet e,  em li dayika xwe xwedî derkevin. 15'yê Gulanê li hemû Gelê Kurd û mirovahiyê pîroz be.