Koçberî, xebata bê ewlehî û jin: bîhnvedana ji bo xwarinê jî tune ye
- 09:13 26 Îlon 2019
- Jiyan
MERSÎN - Jinên ji ber şert û mercên siyasî û aborî neçar man koçî Mersînê bikin, bi karkeriya çandiniyê debara xwe dikin. Karkerên ku li ser erdan dema qezayê dikin nabin nexweşxanyê jî, tenê 3 saetan radizên seranserê rojê dixebitin. Jinan diyar kirin ku ji roja ji gundê xwe koç kirine ruyê rehetiyê nedîtine û gotin ji bo xwarinê jî dema wan tune ye.
Karkerên demsalî yên di sektora çandiniyê de dixebitin, ji bajarên herêmê koçî Çukurova, Anatolya Navîn û Behrareş dikin. Karkerên ku piraniya wan kurd in, di şert û mercên bê ewle de dixebitin û rêwitiya wan jî di kamyon û traktoran de derbas dibe. Tevî ku wesayîtên têde diçin ne wesayîtên veguhestinê ne jî karkeran zêde lê siwar dikin û ev jî dibe sedema qezeyan û mirina karkeran. Li gorî rapora Tenduristiya Karker û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) ya meha Tabaxê, di cînayetên kar de herî kêm 148 kareker mirine û ji van jî 68 karkerên çandiniyê ne.
Cihê karkerên çandiniyê Çukurova ye
Yek ji cihên ku herî zêde karkerên çandiniyê berê xwe didinê herêma Çukurovayê ye. Kurdên di salên 90’î de ji ber zextên aborî û siyasî koçî wir kirine, bi karkeriya çandiniyê debara xwe dikin. Kedkarên di bin germahiya tûnd de li erdên pembo, îsot, garis, firingî û îsotê dixebitin ji ajansa me re şert û merc tê de dixebitin vegotin.
‘Em sibehê derdikevin heta êvarê dixebitin’
Ayşe Adiyaman ku dixwest bixwîne û bibe parêzer, ji ber pirsgirêkên aborî yên malbatê neçar ma karkeriya çandiniyê bike û 8 sal e vî karî dike. Ayşeyê diyar kir ku ew ji Sêrtê ne û 25 sal berê koçî Mersînê kirine. Ayşeyê der barê xebatê de axivî: “Em sibehê saet di 03.00’an de radibin. Me bi transîtê ji mal digirin. Di wesayîtê de jî tu car cihê me tune ye. Em 30-35 kes bi heman wesayîtê diçin. Sibehê saet ji 06.00 heta 17.00’an em dixebitin. Rîska xebata li baxçe zêde ye. Traktor dikare li karkeran bikeve. Baxçe ax in, kes ji daran de jî dikevin. Dîsa lavaboyên wir tevlihevin, ji ber vê jin di vî alî de jî zehmetiyan dikşînin.”
‘Tevî traktorê lêxist jî man li benda ku kar biqede’
Ayşeyê bi lêv kir ku traktorê li dayika wê daye, li şûna mudaxale bikin, sekinin ku kar biqede û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vegerê de piştî hemû karker danîn, dayika min birin nexweşxanê. Di rewşên wisa de ji ber weseayît tune, karkeran di vegerê de dibin nexweşxanê. Ewlehiya tenduristiyê tune ye. Em hemû lêçûna tenduristiyê ji bêrîka xwe dikin. Pereyê em digirin jî pir kêm e. Rojane em 80 TL digirin. 80 TL pê çewalek ard nayê. Lêçûna me ya rojane ya malê 100-150 TL ye. Tevî em 2-3 kes li malê dixebitin jî têr nake.”
‘Beriya bîhndanê xwarina mêran tê amadekirin’
Ayşeyê destnîşan kir ku piştî vardiya kar a jinan îcar li malê vardiya dest pê dike û ev tişt daxuyand: “Em tên malê heta derengiya şevê karê mal dikin. Yanî em rojane 2-3 saetan radizên. Em xwarina xwe dibin baxçe. Carna em dereng dimînin em xwarinê jî nabin. Em seranserê rojê birçî dimînin. Li baxçe cihê bîhndanê tune ye. Dema bîhndanê jî em ewil xwarina mêran amade dikin. Heta em dest bi xwarinê jî dikin dema me diqede. Pir caran em beyî xwarinê bixwin, radibin.”
‘Em çanda xwe nikarin bijîn û bi zimanê xwe nikrain biaxivin’
Ayşeyê di berdewamiyê de balkişand ser pirsgirêkên din û got yek ji pirsgirêkên girîng ev e ku em ji neçarî ji çanda xwe dûr dikevin û wiha got: “Tevî zimanê me kurdî ye, ji ber em li vir hatin dinê û mezin bûne, em nikarin çanda xwe bijîn û zimanê xwe biaxivin. Perwerdeya bi tirkî û ingilîzê ferz kirine. Lê Kurdî nayê dayîn. Di salên dibistanê de min dixwest Kurdî perwerdê bibînim lê nehat dayîn.”
‘Ez nikarim bimeşim lê min gilî nekir’
Gurbet Adiyaman jî ku wek keça xwe li erd dixebite, diyar kir ku ji ber qezaya li nav erd derbas kiriye nikare bixebite û got: “Me der barê berpirsan de gilî nekir. Piştî navbera nîvro em çûn ser kar. Karê me li ber qedandinê bû, traktorê li min da.Ji bo alîkariyê qêriyam. Yê traktor bi kar dianî li pişt xwe mêze jî nekir. Ez li pismamê xwe geriyam, lê ji ber wesayîta wî ne amade bû, nehat. Piştre em li patron geriyan. Ew jî nehat. Çawîş û yên gel wî alav li wesayîtê kirin. Heta kar qediya, lingê min werimî. Di vegera malê de, hemû karker danîn piştre ez birim nexweşxanê. Min gilî nekir. Gotin çi bûye min got ez ji derencê ketime. Ez hatim malê lingê min xerabtir bû. Dermankirinê fêde nekir. Niha lingê min nebaş e. Nikarim bimeşim. Ez nexebitim, nikarim deynan jî bidim. Zarokên min diçin dibistanê. Şertên me pir zehmet in. Ji roja em ji gundê xwe hatin me rehetî nedît.”
‘Zehmetiyên me nayên ziman’
Derya Ayhan jî destnîşan kir ku ji Sêrtê ji ber zextên siyasî 23 sal berê hatine Mersînê û wiha got: “Dema em hatin vir xaniyê me tunebû, xwarina me jî tunebû. Ji ber bêderfetiyan me dest bikarkeriya çandiniyê kir. Kî dixwaze bi van zehmetiyan bijî. Ez û hevjînê xwe xebitin. Zarokên me mezin bûn ew jî neçar man bixebitin. Zehmetiyên em dikşînin bi rastî nayên ziman.”