Bertekên gel: Ne maf, hiqûq ne jî jiyanek bi rûmet…

  • 09:04 30 Çile 2021
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
AMED - Li Amedê ji ber krîza aborî, esnaf êdî hatine asta ku tezgahên xwe venakin û welatî jî nikarin biçin bazaran. Esnafan der barê rewşa aboriyê de wiha gotin: “Ne maf, hiqûq û ne jî jiyanek bi rûmet…Li welat tiştek nema. Tiştên em dijîn nîşan dide ku li vî welatî em tu ne tiştek in, yanî em tune ne.”
 
Ji ber krîza aborî ya li welat, welatî bêzar bûne. Li Amedê esnafê bazarê nikarin tezgahan vebikin û welatî jî ji ber rewşa aborî nikarin biçin bazaran. Esnafên bazarê diyar kirin ku ew nikarin tu tiştekî bifroşin û carna bêyî ku tiştekî bifroşin roja xwe diqedînin. Welatiyên ku bi hêviya xurekên erzan bibînin yek bi yek tezgahan digerin jî destvala vedigerin mala xwe.
 
‘Yek lîrayek di bêrîkê de namîne’
 
Esnafa bazarê Xezal Tunç diyar kir ku ji ber krîza ku giran bûye şîdet û întîxarên jinan jî zêde bûne û got: “Aboriya welat têk çûye. Yek lîrayek di bêrîka gel de namîne. Nikarin pereyê mînîbusê jî bidin. Hele rewşa ciwanan kezeba min dişewitîne. Welatiyên pereyê wan tune bi qerta kredî dan û stendinê dikin. Roja razandina pereyê krediyê tê jî di alî psîkolojîk de têk diçin. Ev jî bixwe re întîxarê tîne. Du kesên ez nas dikim ji ber krîzê întîxar kirin. Şîdeta li ser jinan zêde bû. Bi pandemiyê re her kes hepsê malan bûn. Aboriyê herî zêde li jinan xist. Ji ber jin mehkûmê malê, mêr û zewacê tê kirin. Newekhevî li her qada jiyanê bandorê li jinan dike.”
 
‘Em tezgahê ava dikin û êvarê wek xwe radikin’
 
Esnaf Fatma Akay jî nêrînên xwe anî ziman û wiha pê de çû: “Bi gel re pere, ji bo me jî kar tune. Em tezgahê ava dikin, êvarê jî wisa radikin. Kes nikarin tiştekî bigirin. Dinêrin û derbas dibin. Pandemî heye, lê mirov nikarin nîv kîlo fêkî bigirin. Bi vî awayî nizanim wê çi bibe. Berpirsyarî bi rayedarên dewletê re ye.”
 
‘Em li welat tune ne’
 
Esnaf Fatma Dogan jî daxuyakirin ku gotineke ku ji bo aboriyê bê gotin nemaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne maf, ne hiqûq, ne jiyanek bi rûmet...Tu tiştek nemaye. Gelo em ligel hikûmetê çi ne, em kî ne? Tiştên em dijîn ev nîşanê me daye, wek welat em tune ne. Dewlet nikare li welatiyê xwe binêre, tên mexdûrkirin. Sibehê jî wê ji bo dengan li dora me bigerin. Wê bêjin em vê dikin wê dikin. Belê pir tiştî dikin. Binpêkirin û pelçiqandinê dikin. Li gorî wan jî jiyan xweş e. Hewce bi mirina fîzîkî nîne. Mirovên her tişt ji destê wan bê girtin û birçî bên hiştin ji xwe mirine.”
 
‘Ez nikarim ji zarokên xwe re tiştekî bigirim’
 
Welatiyên ku pereyê bêrîka wan têrî tiştekî nake, destvala vedigerin malên xwe. Ferîde Yilmaz wiha got: “Gelo gel dikare çi bigire?Binêrin destê min de poşet heye gelo? Ez nikarim tu tiştekî bigirim. Ez nikarim tiştekî ji zarokên xwe re bigirim. Baş xwedî nabin. Em nikarin kîloyek fêkî bigirin. Em perîşan in. Gel perîşan bûye.”
 
‘Ez dest vala vedigerim’
 
Fatma Yuksel jî destnîşan kir ku bi mûçeyên digirin nikarin debara xwe bikin û got: “Zarokên min betal in. Hêza me tune ye. Ez bi hêviya ku dan û stanê bikim hatim bazarê lê mixabin destvala vedigerim.”