Rapora ÎSÎG'ê ya meha Sibatê: 7 jinên kedkar jiyana xwe ji dest dan

  • 17:09 7 Adar 2021
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - Li gorî rapora cînayetên kar ên meha Sibatê ya Meclîsa ÎSÎG’ê aşker kir, herî kêm 138 karkeran jiyana xwe ji dest dan û ji van 7 kes jin in.
 
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlekariya Kar (ÎSÎG), rapora xwe ya cînayetên li ser kar ên di meha Sibatê de rû dan aşker kir. Di raporê de, hat diyarkirin ku desthilatdarî û karsazan salek pêvajoya pandemiyê ji bo xwe veguherandin fersendê û wiha hat gotin: “Bi taybetî di rojên şewbê de, bi hincetên cuda gelek karker ji kar hatin avêtin. Li gorî me tespît kiriye, ji ber Kovîd-19 herî kêm 848 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Ango Kovîd-19 bûye nexweşiya çîna karkeran.” 
 
138 karkeran jiyana xwe ji dest dan 
 
Meclîsa ÎSÎG’ê, da zanîn ku di meha Sibatê de herî kêm 138 cînayetên kar rû dan û daneyên xwe yên têkildarî mijarê parve kir.
 
Danayên karkerên jiyana xwe ji dest dayîn wiha ne:  
 
“*Ji 138 kedkaran 113 jê karmend û karkerên mûçekarin.  
 
*Ji 138 karkerên jiyana xwe ji dest dan 7 jê jin û 131 jê mêr in. 
 
*4 karkerên zarok jiyana xwe ji dest dan û van zarokan di karên çandinî û înşaetê de jiyana xwe ji dest dane… 
 
*46 karên temenê wan di ser 51’an re jiyana xwe ji dest dane. 
 
*5 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan. 3 ji van Sûriyeyî, 1 Îranî û 1 jî Ûgandali bû…
 
*Ji karkerên jiyana xwe ji dest dan 6 jê sendîkayîbûn. Ev karker di karên tekstîlê û tenduristiyê de dixebitîn.”