'Barê herî giran li ser milê me ye lê keda me xuya nake!'

  • 09:03 24 Adar 2021
  • Ked/Aborî
Sema Çaglak 
 
AMED - Jinên ku li gundên navçeyê Farqînê ya Amedê dijîn, bi ked û hilberîna xwe barê jiyanê girtine ser milê xwe. Jinan destnîşan kirin ku çend keda jinan hêj nayê dîtin jî bi saya têkoşîna jinan gelek tişt jî guherî ye.
 
Di dîrokê de koletiya yekemîn li ser jin û keda wê pêş ketiye. Di çerxa kedxwarî û metingeriyê de ji jinan re jiyanek bindest hatiye ferzkirin. Bi taybetî jinên ku li gund dijîn, bi qasî emrê xwe ev jiyana ku jê re hatiye spartin dipejirîne û li gorî vê yekê kar û keda wê ji asayî tê dîtin. Keda wan ne li ber çavan e. Ew jinên ku keda wan nayê dîtin bi hilberîna piştgiriyê didin malbatên xwe. Jinên ku li gundên navçeyê Farqînê ya Amedê dijîn bi karên malê, sewalkarî û karên baxçeyê re derbas dikin.
 
‘Hemû barê giran li ser pişta me ye’
 
Yek ji wan jinan Muhsîne Çîçek (62) e ku li gundê Girkiboto ya Farqînê dijî. Muhsîneya ku li ber kaniyê firaqên xwe dişo dibêje wan ji biçûktiyê de gelek kar kiriye û heta îro jî dike û got: "Gava em biçûkbûn me pir kar dikir. Temen û quweta me nedihat fikirandin û hemû barê giran li ser pişta me bû. Em diçûn ji bo çandina nokan, geniman. Me paletiyê zeviyan dikir, pembo berhev dikir. Me wan karan hemû dikir. Piştî ku em zewicin heman kar dîsa dom kir. Me pitikên xwe li mal de dihişt ligel xwesû û xwezûrê xwe."
 
‘Bi çend gotinan keda me vala tê derxistin’
 
Muhsîne destnîşan kir ku hemû jin bi awayekî ked dide û axaftina xwe re wiha berdewam dike: "Niha jî pîrek bindest in û di bin zilma mêran de ne. Em ewqas ked didin, dixebitin lê gava ku hevjînê min tê malê û wekî te tiştek nekiriye nêz dibin. Zilam tu carî pîrekan nafikirin nabêjin ka temenê wê mezin e, quweta wê tune. Heke tiştek bixwaze gerek tu rabî. Tevî van yekan pîrek zilmê dibînin, tên kuştin û tehdeyê dibînin. Jin heta êvarê kar û xebatê dikin lê bi gotinekî mêr hemû ked û xebat vala diçe."
 
'Heke ez kar nekim rewşa malê perîşan bibe'
 
Ayten Çerkezoglu (53) jî li gundê Cano ya Farqînê dijî û li ser sobeyê bi çêkirina xwarinê re bi mijûl dibû. Ayten di heman demê de wiha dibêje: "Em berê pir dixebitin û niha jî em dixebitin. Her çiqas ne wekî berê kar û xebatên gund giran bin jî dîsa jî em dixebitin. Heke ez kar nekim wê halê mala mê perîşan bibe. Gelek jin hene bi vî awayî ewqas ked didin lê keda wan xuya nake."
 
'Hin tişt bi saya têkoşîna jinan diguhere'
 
Asiye Taş (48) jî wek jineke kedkar e ku ew jî li gundê Hesendelî ya Farqînê dijî û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Du heb heywanên min hene ez wan xwedî dikim. Nanê tenûrên çêdikim û zarokên xwe xwedî dikim. Helbet karê me zehmet e lê em hînê jiyana gund bûne û bi vî awayî rojên xwe derbas dikin. Berê jinek nedikarî qise bike, jin bi neheqî û tehdeyê re rûbirû dima. Lê êdî ev hêdî hêdî bi saya têkoşîna jinan diguherî. Me bindestiyê jî û neheqiyê jî dîtiye."
 
‘Ji bo min karên jin û mêran ferq nake’
 
Nezahat Guneş (55) jî li gundê Hesendelî ya Farqînê dijî. Nezahat bi destê bi hevîr bi me re axivî û got: "Em wek jin bi zilmere rûbirû dimînin û bindest in. Ev 28 sal in hevjînê min ji holê winda bûye. Lewra ez bi zilm û tehdeyê re rûbirû nayêm. Lê berê pir zilmê li min dikir. Niha rojên min bi karên baxçe û sewalkarî re derbas dibe. Bêcudahî em her karê jî dikin. Ji ewilî heya niha ez hem karên mêran hem jî karên jinan dikin."