Çanda çêkirina qambir li Hezexê hîna didome!

  • 09:03 16 Hezîran 2021
  • Ked/Aborî
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Çanda kevnar a biteşekirina qambir bi destê jinên navçeya Hezexê heta roja îro berdewam dike. Jina bi navê Xemê Ergûn, anî ziman ku ev çand ji dapîr û dayika wê maye û got: “Em ê heta dawiyê çanda xwe bidomînin û dev ji çanda xwe bernadin.”
 
Jinên navçeya Hezexa Şirnexê tevî pêşketinên pêşeyî heta niha çanda kevnar a çêkirina qambir parastine. Jinên navçeyê ruxmî pêşketinên heyî ji çanda dapîrên xwe dûr neketine. Bi taybetî jî ji çanda çêkirina çêkirina qambir. Qambir ji bo dabeşkirina mal, hewş û xemilandinê tê tê bikaranîn. Teşedayîna qambir di çanda kurdan de pîşeyekî herî kevin ê dîrokî ye. Bi taybetî jî ji aliyê jinan û koçeran ve xwedî lê tê derketin û tê biteşekirin. Qambir ji qirşa qesîl an jî çîtik ku herî zêde li ber avan şîn dibin, pêk tê. Qesîlên qambir bi kêr an jî birekan tên birîn û bi tayên pembo li rex hev têne danîn û asêkirin. Her wiha li Hezexê jî ji qambir re dibêjin çîq.
 
Xemê Ergûn(50) a ku dayika 6 zarokan e, li ser çand û bi teşekirina qambir axivî.
 
‘Jiyana min li zozanan derbas bû’
 
Xemê, destnîşan kir ku zarokatiya wê bi koçeriyê derbas bûye, di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin û got: “Em tu carî li gund nediman. Ji ber ku em tim li zozanan bûn. Zarokatiya min jî li zozanan de derbas bû. Jiyana koçeriyê berê zehmettir bû. Koçerî niha hêsantir e. Em bi meşê diçûn zozanan û dihatin. Me li zozanan bêrîvanî dikir, mast û penêr çêdikir. Jiyana zozan zehmet bû. Ji ber ku em diçûn bêriyê , mast û penêr çêdikir, karûbarê malê dikir û zarok jî di ber re xwedî dikirin. . Lê Piştî ku me pezê xwe firot êdî nema em çûn zozanan. Me berê ew qas kar dikir û tu carî nexweş nediketin. Lê em niha li cihê ku rûdinên nexweşin. Ev 7 salin em naçin zozanan. Ji ber ku pezê me tune ye. Lê ez dixwazim dîsa biçim zozanan. Niha bi tenê 7 bizinên min hene. Ji xeynî vî jî karûbarê malê dikim.”
 
‘Qambir li beravan şîn dibe’
 
Xemê, diyarkir ku qambir li beravan şîn dibe û wiha behsa teşedayîna qambir kir: “Em jin bi hev re diçin Newala Dojehê û cihên ku zêdetir av heye qambir kom dikin û piştre vedigerin malê. Bi şînatî em kom dikin. Piştre em datînin ber tavê hinek hişk dibe. Piştî ku hişk bû bi kêrê em van qesîlên qambir diqeşêrin û piştre teşe didin van qesîlan. Em vê ji bo çêkirina penêr. Ji bo ku bidin ser penêr bi teşe dikin. Lê em ji bo dora hewş û banên xwe jî bi kar tînin. Me berê ji bo konên xwe jî çêdikriin. Qambir tenê li beravan şîn dibe. Em dikin bend û girê didin ji bo ku qesîlên me teşe bigirin û ji hev nebin. Em bi kevir jî girê didin ji bo ku teşeyê em bidin qambirê xwe baştir bibe. Dema em du an jî zêdetir jin bin teşedayîna zûtir xilas dibe.”
 
‘Teşedayîna qambir zahmet e’
 
Xemê, bi lêv kir ku teşedayîna qambir gelek zor û zehmete û wiha domand: “Ji ber ku em tim li ser nigan e, dema mirov çêdike ew benik û kevir destên mirovan diêşînin û ji ber xwar dibim pişta min jî diêşê. Ji ber benik û keviran destên mirovan dibe birîn. Em ji bo teşedayîna her qambirekî  du an jî sê rojên xwe pê derbas dikin. Dema em du jin bin di du rojan de xilas dibe. Lê belê dema yek kes be di 4 rojan de xilas dibe. Cîranên me jî tên carna alîkariya min dikin. Du jin li aliyekî û û du jin jî aliyê din ê em dest bi teşedayîna qambirê xwe dikin. Dema mirov zêde be teşedayîn hêsan tir û zutir diqede. Lê dema mirov yek kes be zamet e. Dema em ji bo dora hewşê amade dikin em nêzî 6 metreyan çêdikin. Bi hiriya pez ji bo teşedayîna qambir em rîs çêdikin. Bi têşiya em di rêsin em rîsê xwe amade dikin. Her wiha xeynî vî em werîsan jî çêdikin ji bo sewalan û baran. Ev qambirê ku em bi teşe dikin em nafroşin, ji bo malê çêdikin. Lê hin kes jî hene difiroşin.”
 
‘Dapîr û dayika min jî çêdikirin’
 
Xemê, di dawiya axaftina xwe de got ku teşedayîna qambir çandek kevnar e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dapîr û dayika min jî çêdikirin û ev çand ji wan heta îro maye. Wan jî ji bo malê û koçeriyê çêdikirin. Îro em jî vê çanda kevnar didin domandin. Li Hezexê hemû jin xwedî vê çandê dertên û teşe didin qabir. Em ê heta dawiyê çanda xwe bidin domandin û dev ji çanda xwe bernadin.”