Karkerên jin ên li ser erd: Qezenca me têrî misrefa me nake
- 09:01 14 Tebax 2021
- Ked/Aborî
Medya Uren
MÊRDÎN - Karkerên jin ên li ser erd dixebitin dan zanîn tevî zehmetiyan dîsa jî ji bo debara xwe bikin dixebitin, têkoşîna jiyanê didin û wiha gotin: "Em ewqas kedê didin lê belê em rojê encax 70-80 TL'yî dikarin bibin malê. Qezenca me têrî misrefa me nake. Ev jî çîroka me ye."
Jinên bê temînat û bi zehmetiyên mezin li ser erdan dixebitin dan zanîn ew têkoşîna jiyanê didin û wiha gotin:"Em dixwazin ku êdî derfet ji me re werin afirandin. Em dixwazin bi taybet pêşî li jinan bê vekirin."
'Em li vir jî têkoşîna jiyanê didin'
Sîdra Huseyîn (18) a ku bi eslê xwe ji Rojavayê Kurdistanê ye ji bo debara xwe çi kar hebe dike. Bav û diya Sîdrayê nexweş in û birayekî wê yê astengdar heye, ji bo li wan temaşe bike ew û xwişka xwe ya 16 salî ye tên karê çinîna xiyaran. Ji ber aboriyê û şerdên dijwar herdu xwişkan jî dibistan terikandine. Sîdrayê wiha dest bi çîroka xwe ya jiyanê kir:"Min ji berê de terka dibistanê kiriye û xwişka min a biçûk jî bi wî rengî. Rewşa Tirkiyeyê ya aborî jî nebaş e. Em ji Rojava ji ber şer reviyan lê em li vir jî têkoşîna jiyanê didin. Em di nava rezaletê de ne. Min jî dixwest ez bibim xwenda û xwedî pîşe. Lê belê me ev jiyan weke qederekê erê kir û himbêz kir."
'Xeyalên min ne ev bûn'
Sîdrayê da zanîn ew di vî temenî de ketine xema kîrê û zemên tên û wiha pê de çû:"Em li gorî we zarok in, lê belê xem û mereqa ez hildigirim gelek e. Ez niha dikevim wê xemê ka ez ê bikaribim vê mehê diravê ceyranê, avê û kiriya malê derbixim. Ger şert û merc ne wisa ban min ê jî xwendiba. Min jî ji dibistanê hez dikir. Xeyalên min ne ev bûn. Xeyalên min jî hebûn. Lê niha ya girîng ji me re xwedîkirina malbatê ye. Em dixwazin malbatê têr bikin."
'Hûn jî dizanin xizanî çi ye?'
Edla Çokan (42) jî dayika 5 zarokan e. Ew di kirê de rûdinê û bi hevalê xwe hewil dide debara xwe bike. Edlayê bi lêv kir xwarinên xweş ji wan re lukseke mezin e û wiha berdewam kir:"Ev karkerana hemû xizan in. Ger ne wisa ba kes ji wan nedihat ji sibehê heta êvarê di nava erdan de nedixebitî. Her wiha ne ewqas hêsan e di çaxeke wiha de mirov xwediyê ewqas zarok be. Şert û merc hatine guhertin. Niha em nikarin xwarinek xweş jî bidin wan. Ev ji bo wan lukseke. Gelo dema mirov nikaribe zarokên xwe têr bike hêsek çawa ye hûn jî dizanin? Hûn jî dizanin xizanî çi ye?"
'Qezenca me têrî misrefa me nake'
Şukran Îlvaç (30) bal kişand ser zehmetiyên jin dibînin û wiha got:"Di karên li ser erd de bêhtir jin dixebitin. Mafê jinê tê binpêkirin û di nava civakê de wekî zayenda duyem tê dîtin. Ji ber vê yekê ji her alî ve astengî li ser jinê heye. Civak wê teng dike, dewlet wê teng dike. Hişmendiya mêr li vir hîna serdest e. Me nexwend. Me nikaribû di karekî bi dilê xwe de bixebitin. Niha jî ji bo em malbatê têr bikin em ji serê sibehê heta êvarê li ser erdan in. Zêdetirîn xebatkar jî xwendevan ên nehatine tayînkirin an jî dayikên mexdûr in. Em ewqas kedê didin lê belê em rojê encax 70-80 TL'yî dikarin bibin malê. Ew jî têr mesrefa malê nake. Qezenca me têrî misrefa me nake. Ev jî çîroka me ye."
'Ne pêkan e em dabara malbatê bikin'
Fatma. A (17) jî yek ji wan xebatkarên zarok e ku ji bo ji malbatê re bibe alîkar dibistan terikandiye. Fatma û birayekî xwe tenê dixebitin. Ew wiha qala xwe û karê xwe dike:"Ez neçar bûm dev ji dibistanê berdim. Destên min û yên birayê min tenê kar digire. Nexweşên me hene û malbata me jî malbatek xizan e. Me barê temaşekirina malbatê da ser milê xwe û çi kar hebe em dikin. Em tenê di karên wisa de dikarin ji xwe re cih bibînin. Heta êvarê em dixebitin jî ne pêkan e em dabara malbatê bikin. Xwendin ji bo zarokekî girîng e lê belê malbat jî girîng e."
'Em nikarin meha xwe jî biqedînin'
Gulê Al ( 41) jî da zanîn ew nikarin dawiyê li meha xwe bînin û wiha got:"Em sala xwe bi karkeriya erd re diborînin. Ger ev kar nebe em nikarin meha xwe jî biqedînin. Bi taybet jî xebatkar jin in. Me nexwend û nehiştin em bixebitin. Niha jî em li ser van erdan di nava şert û mercên zehmet de dixebitin û em diravekî hindik distînin. Mixabin rewşa me jî ev e. Mafên me tune ne. Em jî li berxwe didin ku li ser piyan bimînin."
'Em dixwazin jin pêş bikevin'
Maqbûle Al (34) jî bi lêv kir ku temînata jiyana wan tune ye û wiha got:"Ne temîna jiyana me heye, ne jî diravekî me yê baş. Ne xaniyekî me heye ne jî em dikarin xwarineke xweş bixwin. Em weke koçberan in, ji vî karî diçin karê din. Ji bo em zarokên xwe bi tendirust mezin bikin em hewildanek mezin didin. Niha jî zêdetir xebatkarên vir ji bo wê yekê kar dikin. Em dixwazin ku êdî derfet ji me re werin afirandin. Em dixwazin bi taybet pêşî li jinan bê vekirin. Em dixwazin jin pêş bikevin."