‘Yên dixebitin gel e û yên qezenc dikin sermayedar in’
- 09:01 9 Hezîran 2022
- Ked/Aborî
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku kes nikare xurekên sereke bigire û gotin ne cotkar ne bazarvan qezenc nakin. Jinan gotin sermayedar tenê qezenc dikin.
Krîza aborî her diçe giran dibe û xizanî û tunebûn gihiştiye asteke dijwar. Welatiyên ku nikarin hewcedariyên xwe yên sereke bigirin, ji ber biha her tim zêde dibin zehmetiyan dikşînin. Fasuliyên ku ji zeviyê tên komkirin û li gorî cinsê wan kîlo bi 4 an jî bi 5 lîra tê firotin, di navbera 20 an jî 25 TL de difroşin welatiyan. Ne hilberîner, ne firoşkar û ne jî yên digirin qezenc dikin. Ev karê ku di her astê de kedek mezin dixwaze, jê şîrket qezenc dikin.
Jin der barê vê mijarê de ji ajansa me re axivîn.
‘Ez nekim bê pere vedigerim malê’
Gulîstan Yildirim ku ji xebata karkeran berpirs e, sibehê saet di 04.00’an de radibe û hinek caran saet di 11.00’an de hinek rojan jî heta 15.00’an dixebite. Gulîstanê got ku li ser erd bi usula ‘qibaleyî’ yanî bi usula hejmarê dixebitin û 5 çewal berhem ancax jê re heqrojekê derdixe. Gulîstanê wiha dirêjî dayê: “Ger vê nekim bê pere vedigerin malê. Jin berhem kom dikin 150 TL ye û mêr jî bar dikin ev jî 180 TL ye. Ger mal bê xwestin em diçin ser erd. Carna em di nav axê de dexibitin. Îro li zeviyê 30 kes dixebitin û 30 kes li yek kesî dinêre. Ger mal bê xwestin em karkeran dibin ger neyê xwestin em nabin. Carna hefteyê 4-5 rojan carna jî hefteyê rojekê. Bazarvan çend çewalan bixwazin em evqas kom dikin."
Kes qezenc nake
Gulîstanê daxuyakirin ku cotkar karê nakin û wiha dirêjî dayê: “Cotkar li gorî kesên mal digirin dixebitin. Dema mal nexwazin berhem li ser erd dimîne. Ger bazarvan bixwazin em kom dikin. Berhem biha ne û ji ber vê jî kes zêde nagire. Niha mirov ji kîloyekê zêdetir nikarin bigirin. Kirê, av, ceyran her tim tên bihakirin. Em di şertên giran de ne. Mazot 10 hezar derbas kiriye. Zibil, cotkirin, avdan, rojaneya karker, cotkar jî û karker jî qezenc nakin."
'Piranî kurd in, di kirê de ne'
Cemîle Sayan ya 62 salî ku ji ber pirsgirêkên aborî ji Mêrdînê 20 sal berê hatine Îzmîrê diyar kir ku 5 sal e ji bo debara xwe bike li zeviyan dixebite û wiha vegot: “Zarokên min hinek li fabrîqeyan dixebitin. 10 zarok li malê hene. sîgorta kesî tune ye. Çewalek şekir, tenekeyek run bûye hezar lîra. Em çawa îdare bikin. kêfa kesî li cih nîne. Kirê hezar û 500 e. Dema zarok pir bin xanî jî nadin mirovan. Dema me bar kir em poşman bûn. Lê wekê din çareya me tune bû. Em hemû kurd in û di kirê de ne. Hemû birçî ne. Heta nîvro saet 14.00 an jî 15.00’an em dikarin rojaneya xwe qezenc bikin. Em neçarin bixebitin.”
‘Wisa biçe wê cotkar nemînin’
Jina bi navê Hêvî Yildiz jî bal kişand ser zor û zehmetiya jiyanê û got dîtina kar zehmet e, ji ber vê jî di karê bê ewle de dixebitin û wiha daxuyand: “Dema nexweşiyek derkeve em li malê dimînin. Yên xwendayî jî betalin û hewl didin derkevin derveyê welat. Cotkar nikarin berhemên xwe bifroşin. Zirarê dikin. Ji xwe gelek cotkar êdî tiştekî naçînin. Benzîn biha ye, zibil biha ye. Mûçeyê karkeran heye. Bi rastî cotkar têk çûne. Wisa biçe wê cotkarî biqede.”
‘Ne diyare kî qezenc dike’
Atiye Turken ku firingiyên erdê xwe yê ji Încîrlîova ya Aydinê tîne bazarê difroşe da zanîn ku fasûlî ji halê bi 17 lîra girtiye û bi 20 an jî 25’an difroşe. Ez hewl didim cureyan zêde bikim û wisa qezenc bikim. Em hezar TL mazot bi kar tînin. Em bi zor qezenc dikin. Em nizanin kî qezenc dike. Lê cotkar qezenc nakin. Em ji bo 10 karkeran rojê hezar û 500 lîra didin. Ji bo 8 donim bamye 750 lîra, ji bo derman û zibil min 2 hezar TL da.”