Pirsgirêka kurd ne krîz e, neçareserî ye

  • 09:07 5 Tîrmeh 2022
  • Ked/Aborî
Zelal Tunç
 
WAN - Jinên ji ber krîza aboarî nikarin hewcedariyên xwe pêk bînin, ji bazarên taxê destvala vedigerin. Hinek diyar dikin ku bi salan e goşt negirtine û niha jî nikarin sebze bigirin. Jinan di peyama hevpar a dan de wiha got: “Pirsgireka kurdan ne krîz e, neçareserî ye.”
 
Welatiyên ku her roj bi bûhayekî nû şiyar dibin, êdî nikarin hewcedariyên xwe yên sereke bigirin. Hêza girtinê bi lez dike û li gorî daneyên TUÎK’ê, bihayê nan di meha Çileyê 2021’ê de  7,1 TL bû û di Çileyê 2022’an de ev bûye 11,3 TL. Heman salê di meha Nîsanê de bihayê nan bûye 13,7 TL. 
 
Li wanê jî bi zema dawî re bihayê nan bû 3,50 TL. Li gorî vê malbateke ku rojê 5 nanan bigire mehane 525 TL neçare bide. Li gorî vê welatiyên biçin bazarê firingî bi 17 TL, xiyar bi 15 TL, îsot bi 24 TL bigire mehane di ser 4 hezarî de lêçûna wê çêdike.
 
Hêza dan û stendinê ket
 
Li gorî van daneyan welatî salê carê nikarin goşt û berhemên şîr bigirin û cil û bergan jî tenê di cejnan de wê jî ji bo zarokan digirin. Şêniyên taxa Xaçort a Îpekyol a Wanê  ji bo dan û stana Cejna Qurbanê çûn bazara taxê û ji mîkrofonên me re der barê rewşê de axivîn.
 
Jinên li bazarê diyar kirin ku pirsgirêka wan ne tenê xwegîhandina sebze û xureke û anîn ziman ku pirsgirêka Kurd bi şer û pevçûnan nayê çareserkirin.
 
Ez natim dan û stanê: Pereyê min tune
 
Şêniya taxê Nurcan Ozdemir, li bazarê sebzeyên bermayê kom dike û ber bi mala xwe ve diçe. Nurcanê dema mîkrofonên me dît, keniya û got: “Ez van sebzeyan dibim ji mirişkên xwe re. Ez û dayika xwe tenê dijîn. Em bi mûçeyê pîr û kalan yê dayika xwe debarê dikin. Ez nehatime dan û stanê. Ji ber pere tune ye. Ez van sebzeyan dibim ji mirişkan re.”
 
Bi 500 TL ji bo neviyên xwe cilan digire
 
Nesîbe Şahîn jî ji Gever a Colemêrgê ji bo dan û standina cejnê hatiye bazarê û wiha dirêjî dayê: “Ez ji bo 7 neviyên xwe cilan digirim. Min hîna tiştek negirtiye. Li bihayan dinêrim. Min ji bo cilan 500 TL veqetand. Hêvîdarim ji bo her yekê bigirim.”  Nesîbe ji bo du tîşortan 140 TL pere dide û em wê li vir dihêlin.
 
Tenê ji bo çend parçe cil hezar û 500 TL xerc kir
 
Çîgdem Çelçuk jî ji bo cil û bergan ji zarokên xwe re bigire û xurek bigire hatiye bazarê û diyar dike ku bi 2 hezar TL hatiye û ji bo çend parçe cil  hezar û 500 TL xec kirye.
 
‘Em mehê carekê goşt bigirin em şukur dikin’
 
Naciye Tekîn jî da zanîn ku bihayên sebzeyan  15, 16 û 17 TL ye kes nikare bigire û  wiha bertek nîşan da: “Em mehê carekê goşt bigirin em şukur dikin.Cejna qurbanê de ger hinek goşt bidin me belkî em bixwin. Berê em her hefte dihatin bazarê. Niha em nikarin bên.”
 
‘Nikarim tiştên zarokên min dixwazin bigirim’ 
 
Elîf Ogur bi lêv kir ku hevjînê wê ji bûyerek edlî cezayê muebetê girtiye û got: “Ji ber pereyê me tune çavên zarokên min li tezgahan dimîne. Ez nikarim sebze bigirim. Dema ji malê dertêm ji zarokan xwe vedişêrim. Ji ber nikarim daxwazên wan bigirim.”
 
‘Ez ê cilên kevn li zarokên xwe bikim’
 
Nermîn Karatay jî daxuyand ku hem ew hem jî hevjînê wê betale, destvala ji bazarê vedigere û wiha dawî lê anî: “Min ji bo cejnê tiştek negirtiye. Ez ê cilên kevn li zarokên xwe bikim. Ji ber hêza min ya girtinê tune.”
 
Pirsgirêka kurd ne krîz e
 
Aysa Ozlu jî balkişand ser mijarê û got sedema krîzê desthilatdariye û wiha bi lêv kir: “Pêşiya me cejne. Lê em ê şertên xwe bidin zorê û wecîbeyên olî bînin cih.  Bila xweda qebûl neke.  Tenê daxwaza me çareseriya pirsgirêka kurd e. Bila aştî pêk bê. Pirsgirêk ne aboriya, li her çar alî me şer heye. Bila ev şer raweste, çareserî pêk bê. Pirsgirêka  kurd ne krîz e neçareserî ye.”