'Ji bo em ji kar derbikevin mobîngê li me dikin'

  • 09:03 18 Tebax 2022
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
AMED - Karkera Şaredariya Erxaniyê ya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin Rojda Kalhan, têkildarî polîtîkayên qayûm ên li dijî wan  got: “Ez di yekîneya jinan de dixebitîm û karê paqijiyê dikim. Di vê pêvajoyê de me ruyê wan dît. Navê jinan jî di şaredariyê de naxwazin. Ji bo em ji kar derbikevin mobîngê dikin û mafên me tên binpêkirin. Qereqol û emniyete bi me didin paqijkirin. Ji bo em nebin sendîkayî jî bi ji kar derxistinê gefan li me dixwin.”
 
Yek ji navçeyên ku lê êrişê vîna gel hatiye kirin jî Şaredariya Erxeniyê ye. Di 23’ê Adara 2020’an de hevşaredarên Erxeniyê hatin binçavkirin û li cihê wan qayim hate tayînkirin. Weke şaredariyên din yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qayiman di serî de êrişî jinan û destkeftiyên wan kirin. Komele û yekîneyên jinan hatin girtin û karker ji kar hatin derxistin. Di şaredariya Erxaniyê de jî mobîng li wan tê kirin û di karên zehmet de tên xebitandin. Herwiha ji bo nebin sendîkayî gef li wan tên xwarin.
 
Têkildarê polîtîkayên qayûm ên li ser jinan tên meşandinê karkera şaredariyê Rojda Kalhan tiştên pêre rû bi rû mane bi ajansa me re parvekir.
 
‘Tehemûla wan ji navê jinan re jî tune ye’
 
Rojda di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên qayûm ên li ser jinan dide meşandinê û got: “Dema qayûm hat tayînkirin di serî de êrîşî jinan kir. Ez bi xwe di yekîneya jinan de dixebitîm. Di şaredariya Erxaniyê de dû yekineyên jinan hebûn û dema qayûm hat di nava çend rojan de yekem car bi pêşengiya polîsan yekîneya jinan girtin. Mifteyên kargehên me hatin xwestin û destûr nedan em tiştên xwe yên taybet jî bigirin gel xwe. Jinên di van yekîneyan de dixebitîn, li cihên cûda bi cih kirin. Me nezanî em çi bikin. Hemû cihên jinan heta tuwaleta avrêja jinan jî girtin. Nedixwestin di şaredariyê de navê jinê jî derbas bibe û tehemûlî navê jinan jî nedikirin. Dijmaniya wan a li dijî jinê ji hemû nêzîkatiyên wan diyar bû.”
 
‘Ji 7’ê sibê heta 12’ê şevê dixebitin’
 
Rojda qala karên bi zorê têde tên xebitandin jî kir û wiha berdewam kir: “Yek ji jinên destpêkê şandine karê komkirina gelaşê jî ez bûm. Dema yekîneyên me girtin bang li min kirin û karê dane min ji min re gotin. Min got rewşa herêmê diyar e. Çawa dibe ez li kolanan yan jî li ser wesayitiên gelaşê bixebitim. Dev jî gotinên derdorê berdin, ez ê çawa bikarim konteynirên gelaşê hilgirim. Ji min re gotin karê te ev e bixwaze bike bixwazî jî derkeve. Ne ku em kar ji hev cûda dikin. Min û mêrê pêre hatibûm zewicandin me hev terikand.  Ji ber vê mecbûrim bixebitim.  Ez îro ji bo zarokên xwe vî karî dikim. Ji bo min beş ferq nakin.  Lê ev nêzîkatiya hatiye kirin bi zanabûn bû. Piştî wê jî min li parkan peywirdar kirin. Rojne ji 7’ê sibê heta 12’ê şevê min dan xebitandin.”
 
‘Ji bo em dest ji kar berdin hertiştî dikin’
 
Rojda li gel şert û mercên kar armanca qayûm bi van gotinan eşkere kir: “Şert û mercên karkeriya li perqê di astek cidî de zehmet e. Dema nû min birin parqê meqes dan destê min û digotin tuyê dara bibirî an jî durist bikî. Min digot ez nikarim meqesa mezin hilgirim. Wan jî digot ‘tu ji kar direvî’. Kedkarek mêr li gel me bû, wî bi xwe digot ez jî bi zorê vî karî dikim ew ê hevalên jin çawa bikin. Bi zorê ew kar bi min dan kirin. Piştî wê kare avdanê, karê paqijiya perqê dan min. Bi seetên dirêj em dixebitîn, Bi kesên tiryakkêş re mijûl dibin. Em di nav rojekê de 7 caran tên qontrolkirin. Di kîjan karî de ewqas qontrol têkirin.”
 
‘Qereqolan bi me didin paqijkirin’
 
Rojda balkişand ser xalên girîng û wiha pêde çû: “Ev mobîng bi taybetî li ser jinan tê meşandin. Dixwazin em bi xwe dest ji kar berdin. Ji bo em bi xwe herin jî çi ji destê wan tê dikin. Ruxmê ku em şert û mercên xebatê bilêvdikin jî me di van karan de didin xebitandin. Ji me re dibêje biryar ev e wê jin di parqan de bixebitin. Ev nêzîkatî jî bi taybetî li hemberî hinek kesan tê kirin. Naxwazin em di şaredariyê de bin. Bi navê jinan tiştek nehêştin naxwazin em ji bimînin. Karê ne girêdayî şaredariyê jî bi me dikin. Gelek caran me dişinin qereqol an jî emniyete. Wan cihan bi me didin paqijkirin. Em nikarin tiştek ji bêjin. Di her nerazîbûnê de bersiva didin me diyar e. Qeyranek aborî heye û jinên mihtacî kar nikarin dest ji kar berdin. Lê belê hemû jî dibêjin em ji neçarî vî karî dikin. Jin ji ber vê yekê nikarin pirsgirêkên xwe bînin ziman. Jin dibêjin em biaxivin wê me ji kar derxin.”
 
‘Gef li me dixwin’
 
Rojda herî dawî ev tişt got: “Her xebatkarek piştî sê girtekên derbarê wê de bên girtin ji kar tê dûrxistin. Midurên me jî bi vê gefan li me dixwin. Ên ku biaxivin derbarê wan de girtek tên girtin. Hevalek me bi navê Fatma bi heman nêzîkatiyê bi awayek bê heq û hiqûq ji kar avêtin. Avêtina wê ji me re weke gefek bû. Ango dibêjin hun ji deng bikin hun ji wê werin avêtin. Li ser hevalên mêr jî mobîng û zext hene. Lê herî zêde ev zext û mobîng li jinan tê kirin. Di heman demê de ji bo kesên di sendîkayan de dixebitin gefek mezin heye. Ez niha nûnera sendîkaya İŞ – Senê  û li min gefan dixwin. Min neçarî îstifayê dikin. Dibêjin hun neçarin dev ji wir berdin. Gelek hevalên me ji ber gefan sendîka terikandin. Bi ji kar derxistinê gefan li me dixwin. Hevalek me ji ber ku ji sendîkayê îstifa nekir wê jî ji kar dûrxisitin û niha di karê gelaşê de dixebite. Bi qayim re xebat nayê kirin.”