'Piştî pênc salan ez ji hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bûm'
- 09:04 11 Kanûn 2017
- Portre
Ferîde Zede-Orîvan Mustefa
EFRÎN - Ji destpêka aloziya Sûriyeyê bi hezaran çîrokên bi êş û dijwarî hatine jiyîn. Bi taybetî jî çîrokên jinên ku bi hovîtiya DAÎŞ'ê re rû bi rû mane. Çeteyên DAÎŞ'ê yên ku bi navê îslamiyetê hovîtiya xwe li ser gelan dimeşînin, gelek birîn û êş di dilê mirovan de hiştine. Yek ji çîrokên bi êş jî çîroka malbata Emîne Muhemed e.
Jina Ereb a bi navê Emîne Muhemed a temenê wê 35 salî û ji gundê Sifîrê yê girêdayî bajarê Helebê ye, piştî ku çeteyan êrîşî gundê wan kir û gef li malbata wê xwarin Emîne û malbata xwe neçar dimînin ku koçî bajarê Minbicê bibin. Li bajarê Minbicê pevçûn di navbera çeteyên DAÎŞ'ê û Ceyîş El Hur ve pêk tê û di encma vê pevçûnê de Minbic dikeve destê çeteyên DAÎŞ'ê.
'Xistin zindanê û îşkence kirin'
Emîne Muhemed wiha behsa çîroka xwe kir:" Ev bû pênc sal ku min û malbata xwe bi çeteyên DAÎŞ'ê re jiyaneke dijwar û koledar jiyan. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê bajarê Minbicê dagir kirin wan bi hinceta çêkirina rûyê hevjînê min ew du rojan xistin zîndanê û îşkence kirin."
'Çeteyan nehişt ku zarok zarokatiya xwe bijîn'
Emîneyê di berdewamiya axaftina xwe de got:" Ez tu carî ji ber hovîtiya DAÎŞ'ê ji malê dernediketim. Ji ber ku min bi çavên xwe dît çeteyên DAÎŞ'ê orta kolanê li jinekê îşkence kirin û hincet jî ew bû ku tenê jinê lepik nexistibûn destên xwe. Her wiha hovîtiya DAÎŞ'ê nehişt ku zarokên min zarokatiya xwe bijîn. Ji ber ku her roj kuştin û jêkirina serî li pêş çavên wan diqewimî".
Emîneyê wiha çîroka xwe domand:" Piştî du sal û nîvan Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê dest bi rizgarkirina Minbicê kirin. Di nava şer û pevçûnên dijwar de ez û malbata xwe em koçberî bajarê Reqeyê bûn.
'QSD'ê daxwaza xwe'
Emîneyê wiha behsa tekoşîna QSD'ê kir:" Piştî rizgarkirina Minbicê hêzên QSD'ê berê xwe dan bajarê Reqeyê û dest bi hemleya rizgarkirina Reqeyê kirin. Li bajarê Reqayê hêzên QSD'ê daxwaza xwe ya aştiyê bi lehengtî îsbat kirin. QSD'ê di nava şerê Reqayê de tu zerar neda sivîlan. Lê dîsa ji ber pevçûnên dijwar ên di navbera QSD'ê û DAÎŞ'ê de ez û malbeta xwe koçberî kampa Rûbar a li herêma Efrînê bûn."
"Li Efrînê jiyana bi rûmet têra min dike"
Emîneyê bal kişand ser alîkariya gelê Efrînê ya bi wan re û wiha dirêjî da axaftina xwe:" Piştgirî û hevkariya ku me li herêma Efrînê dîtiye li tu cihên din me nedît. Gelê kurd li gel derfetên xwe yên kêm gelek alîkarî da me. Ez gelekî kêfxweş im ji ber ku ez û zarokên xwe bi rûmet li kampa Rûbar jiyana xwe berdewam dikin. Li gel ku em li kampê dijîn jî jiyana bi rûmet têra min dike."
"Xeyala min maleke biçûk e"
Emîne Muhemed wiha dawî li axaftina xwe anî: " Ez hêvîdar im ku rojek ji rojan ez û malbata xwe di malek biçûk de jiyana xwe bidomînin û zaroktiya ku ji zarokên min hatiye dizîn li wan vegerînim."