Tevî hemû sînor û sînorkirinan…Vîrgînîa 136 salî ye
- 09:11 25 Çile 2018
- Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Vîrgînîa Woolf ku bi gotinên ‘Wek jinekê welatê min tune ye, wek jinekê ez dixwazim welatekî min hebe, wek jinekê, hemû cîhan welatê min e, tevî sînor û sînorkirinan dîrok bir îro, îro bir dîrokê niha 136 salî ye.
Vîrgînîa Woolf ku bi gotinên ‘binivîsin beyî ku li mêran bifikirin binivîsin’ hêza tecrubeya jinê bi xwendevanan re anî cem hev îro 136 saliye. Vîrgînîa di 25’ê Mijdara 1882’an de hat dinê. Virgînîa di jiyana xwe de nasnameya roman, nivîskarî û rexnegiriyê bi cih kir, bi femînîzmê re bû yek û ji ber zarokatiya wê di dema Vîctorîa de derbas bû jin wek çîna duyem dihatin hesbiandind û ji ber vê nikaribû biçe dibistanê. Vîrgînîa destur neda newekheviya zayendî pêşî li fêrbûna xwendin û nivîsandinê bigire û di pirtûkxaneya bavê xwe ku nivîskar bû Leslîe Stephen de xwe pêş xist.
Vîrgînîa dayika xwe di 13 saliya xwe de wenda kir. Virgînîa piştî mirina dayika xwe hezkirin û bêrîkirina xwe di pirtûka bi navê ‘Denîz Fenerî’ de vegot. Vîrgînîa mirina dayika xwe wek karaseta herî mezin bi nav dike û di 1924’an de ji bo kişandina wêneyên kovara Vogue bi cilên dayika xwe poz da.
Vîrgînîa û Vanessa
Çîrokên kurt yên Virgînîa cara yekem di 1895’an de di rojnameyekê de hatin weşandin. Piştî mirina bavê xwe bar kir Bloomsbury û li vir tevlî Koma Bloomsbury ya entelektuel dibe. Xwişka Vîrgînîayê, wênesaz Vanessa Bell jî di nav vê komê de bû. Têkiliya navbera her du xwişkan ji bo gelek weşanî bû mijar.
Pirtûka Vîrgînîa ya ewil di 1915’an de bi navê ‘Rêwitiya ber bi derve’ hat weşandin. Ev pirtûk di salekê de sê caran hat nivîsin. Piştre pirtûka duyem ‘Şev û Roj’ hat nivîsin. Vîrgînîa pirtûka xwe ya bi navê ‘Denîz Fenerî’ di 1927’an de weşand û di wir de birînanên xwe yên zarokatiyê, xwişk û birayên xwe, dê û bavê xwe, hesret û mirin vegot. Vîrgînîa di 1931’ê de pirtûka ‘Dalgalar’ dinivîsîe.Ev pirtûk hem wek roman û hem jî wek lîstika şanoyê di hişan de cihê xwe digire.
‘Binivîsin, beyî mêr dibêjin çi binivîsin’
Vîrgînîa di salên pêşdeçuyî de pirsgirêkên wê yên psîkolojîk zêde bûn û berovajî bandorên negatîf yên li ser jiyana wê ya taybet, di cîhana wêjeyê de bermehên girîng hişt. Di pirtûka xwe ya ‘Mrs. Dalloway’ femînîzm, zayendî û pisgirêkên hebûnê vegot. Pirtûka Virgîna ya bi navê ‘Odeyek aydê we’ jî gelek girîng bû. nivîskar di vê pirtûka xwe de wiha bang li jinan dike: “Pere qezenc bikin, odeyek aydê xwe û demek vala ava bikin. binivîsin, nefikirin ku mêr dibêjin çi, binivîsin.”
‘Hemû cîhan welatê min e’
Pirtûkên nivîskarê ji 50’yî zêdetir li zimanî hat wergerandin û bi gotinên ‘Wek jinekê welatê min tine, wek jinekê ez axwazim welatekî min hebe, wek jinekê, hemû cîhan welatê min e’ tevî sînor û sînorkirinan dîrok bir îro, îro bir dîrokê û helwesta xwe bi aşkera danî holê. Vîrgînîa di pirtûka xwe ya bi navê ‘Orlando’ gelek tespît kirin.
Rûhev hatin...
Vîrgînîa di salên zarokatiyê de rastî îstîsmara zayendî ya birayê xwe yê de ji bavê wê hat û di salên 20’an de bi vê re hat rû hev. Virgînîa diyar kir ku rêya parçekirina neynikê tenê xwe îfadekirine. Virgînîa di seranserê jiyana xwe de pirsgirêkên psîkolojîk û nevrotîk jiyan. Vîrgînîa di 28’ê Adara 1947’ê de çûm çemê Quse û xwe întîxar kir. Vîrgînîa du name yek ji hevjînê xwe Leonard Woolf re ya din jî ji xwişka xwe Vanessa Bell re hişt. Vîrgînîa di jiyana xwe ya 59 salî de 15 berhem hişt. Vîrgînîa hîna jî rê dide ber jinan.