Li Kurdistanê gel diherike ser sindoqan

  • 14:54 31 Adar 2024
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kurdistanê ji saetên serê sibehê ve ji ciwanan heta kal û pîran gel diherike s er sindoqan.
 
Li bajarên Kurdistanê saet 07:00 dengdan dest pê kir. Bi taybetî gelê Kurd ji roja ku dengdayînê dest pê kiriye bi girseyî diçin ser sindoqan. Li bajarên ku ev du serdemên dawîn ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin gel careke din vîna xwe li ser sindoqan nîşan dide. Dengdanana ku sibê saet di 07.00’an de li hemû bajaran dest pê kir dê di saet 16.00’an bi dawî bibe.
 
Amed 
 
Li dibistanên Bajarê Nû yên Amedê tevlibûneke xurt a gel hebû. Bi taybet jî hilbijêrên temenmezin tevî zarokên xwe hatin û dengê xwe dan. Dayikeke ku bi alîkariya keça xwe ser derenceyên dibistanê bi sre diket, her çend di meşê de zehmetî kişandibin jî çû ser sindoqê. Du welatiyên kal ên li Dibistana Amadehî ya Fatîhê ya navçeya Bajarê Nû hatin dibistanê, alîkariya hev kirin û hatin cihê dengdayînê. Piştevaniya welatiyên ku heta polê bi destên hev girtin, bal kişand. 
 
Li navçeyên Rezan, Sûr, Gêl û Pasurê jî gel li dijî hilbijêrên veguhestî, eleqeyeke mezin nîşanî hilbijartinê da. Ji kal û pîran heta ciwanan, her kes diçe ser sidoqan. 
 
Êlih
 
Ciwan, jin, kal û pîr û astengdar jî di nav de li Êlihê bi hezaran welatiyan ji saetên zû yên serê sibehê ve ji bo dengdayînê berê xwe dan dibistanan. Namzeta DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk dengê xwe da û banga parastina sindoqan kir. Sonuk ku dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê ya li Taxa Cumhriyetê da, got ku gelê kurd dê di hilbijartinê de bi ser keve û bi rêjeyeke bilind a deng re qeyûman bişîne. Her wiha welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de hatin dibistanan, nîşaneyên serkeftinê kirin û dengê xwe dan. 
 
Li Taxa Pazaryeriyê dayikeke 98 salî jî çû ser sindoqê. Hilbijêrên kal û pîr nîşaneyên serkeftinê kirin û dengê xwe dan. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ku dengê li xwe Amedê da, dibistan bi dibistan geriya û têkildarî ewlehiyê agahî girt. Karûbarê dengdayînê didome. 
 
Dêrsim 
 
Li Dêrsimê jî tevlibûneke zêde ya hilbijartinê heye. Welatî ji saet 07.00’ê ve berê xwe dan dibistanan. Li bajêr 69 hezar hilbijêr hene û dê dengên xwe li ser 516 sindoqan bidin. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Bajar Ayten Kordu dengê xwe da û got: “Bila ji bo xizmeteke wekhev û azad xelkê Dêrsimê bi ser keve.” Namzetên Tifaqa Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak jî çûn ser dana dibistanan. 
 
Navenda Koordînasyona Krîzê li avahiya DEM Partiyê hat danîn û ji bo ewlehiya hilbijartinê li her devera bajar xebat tên meşandin. 
 
Sêrt 
 
Li navenda Sêrtê jî li taxên ku piraniya şêniyên wê DEM Partiyî ne, bi peyama “Em ê qeyûman bişînin” çûn ser sindoqan.  Yên ku nikarin biçin dibistanan û nikarin bên jî bi alîkariya malbatên xwe li dibistanan tên veguhestin. Jineke 120 salî jî di hembêza kurê xwe da hate dibistanê. Dayikê nîşaneya serkeftinê kir û bi keyfxweşiyeke mezin dengê xwe da. Welatiyên ku li ser gopal û kursiyên biteker hatin dibistanan jî ji bo xwedîderketina li îradeya xwe tu astengî nas nekirin. 
 
Di heman demê de welatiyên ku nekarîn zarokên xwe li malê bihêlin û tevî zarokên xwe hatin jî rê li ber dîmenên rengîn vekirin. 
 
Çewlig
 
Li Çewligê welatî ji saetên zû yên serê sibehê ve çûn ser sindoqan. Li navçeyên Kanîreş û Dêra Hênê jî eleqeyeke zêde ya gel ji bo hilbijartinê hebû. 
 
Bedlîs
 
Li Bedlîs û navçeyên wê ji saetên danê sibê ve dengdayîn dewam dike. Li ser sindoqan gelek welatiyan dengên xwe dan, kesên extirar jî deng dan. Li aliyê din DEM Partiyê hem rayedarên fermî yên sindoqan hem jî çavdêr li ser sindoqan bi cih kirin.
 
Her wiha rêveberên DEM Partiyê weke şande serdana dibistanan dikin da ku rê li ber provokasyon û sextekariyê li dibistanan bigirin. Li Tetwanê jî heyeta ku ji rêveberên DEM Partiyê, namzetên Hevşaredar ên Tetwanê yên DEM Partiyê Belkiza Beştaş Epozdemir û Mûmîn Erol û paramenterê Amedê Serhat Eren pêk dihat, çûn serdana dibistanan û xebatên li ser sindoqna şopandin.