Adalet Kaya:Jin û kedkar tune tên hesibandin
- 21:12 27 Cotmeh 2026
- Ramyarî
ENQERE - Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya bertek nîşên pêniyarqanûna Butçeya sala 2027’an ya li Komîsona Plan û Butçeyê ya Meclîsê berdewam dike, da û da zanîn ku butçe jin, kedkar, zarok û aliyên bê derfet yên civakê li nahewîne. Adalet Kaya daxwaza butçeyek li alî gel û wekhev kir.
Hevdîtinên pêşniyarqanûna Butçeya sala 2027an di Komîsyona Plan û Butçeyê ya Meclise de berdewam dike. Parlamentera DEM Partî ya Amedê Adalet Kaya ku di komîsyonê de mafê axaftinê girt, der barê butçeyê de nirxandin kir.
‘Jin û ciwan di butçeyê de tune ne’
Endama Komîsyonê ya DEM Partiyê Adalet Kaya bi lêv kir ku butçe ne wekheviya di nava civakê ya ji ber nasname, zayend û aborî kûrtir dike û wiha axivî: “Di butçeyê de mafê baweriyan, nasnameyan, koçberan, jinan tuneye û ew budçe ne ya gelan e. Ew butçe ne wekhevbûna zayendî kûr dike û jinan muhtacî malbatê dike. Di butçeyê de qet qala wekheviya zayendî nehatiye kirin. Butçeya ku jinan muhtacî malbatê dike û nahêle jin xweseriya xwe ya aborî bi dest bixînin rê li ber kuştina jinan vedike. Ciwan di budçeyê de tune ne. Ciwan dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê û bê pere bixebitin. Welatiyên astengdar jî di vê budçeyê de tune ne.”
‘Em butçeyeke wekhev diparêzin’
Adalet Kaya wiha berdewam kir: “ Astengdar bi alîkariyên sembolik muhtacî malbatê hatine kirin. Lê astengdar ne alîkariya sembolik dixwazin bi awayekî wekhev tevlî civakê bibin û bi awayekî rûmet bijîn. Zarok di budçeyê de tune ne. Zarok neçarî karkeriyê tên kirin. Di vê budçeyê de kedkarên bi muçeya asgarî dixwazin debara xwe bikin terkî qedera xwe hatine kirin. Weke DEM Partî em vê budçeyê red dikin. Em butçeyeke ku wekheviya civakî pêk tîne diparêzin.”







