Li Xana Axpar panela ziman

  • 20:50 19 Sibat 2025
  • Rojane
AMED - Rojnameger-nivîskar, helbestkar Roza Metîna di panela ‘zimanê dayikê’ ku şaredariya Xana  Apxpar pêk anî de axivî û balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî û got divê di her qada jiyanê de zimanê Kurd bê axaftin û ji nifşê pêşerojê re bê ragîhandin.
 
Şaredariya Xana Axpar a Amedê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê panel pêk anîn.  Panel li Navenda Jinan a Jinwar pêk hat û ligel rêveberiya şaredariyê gelek jin tevli bûn. Di panelê de pankartên ‘21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê’ û ‘Jin Jiyane’ hat daliqandin.
 
Moderatoriya panelê endama meclîsa şaredariyê Nurcan Delîl kir û rojnameger-nivîskar, helbestkar Roza Metîna û helbestkar Fatma Taşli Tunç wek axaftinker tevli bûn.
 
‘Zimanê Kurdî xwedî dewlemendiyeke ku bibe zimanê zanistê ye’
 
Roza Metîna di panelê de axivî û balkişand ser xebatên têkildarî ziman û wêjeyê û her wiha li ser plîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî sekinî. Roza Metîna bi lêv kir ku berovajî nêrîna ku der barê Kurdî de tê afirandin, zimanê Kurdî xwedî dewlemendiyeke ku dikare bibe zimanê zanistê û wiha dirêjî dayê: “Divê çand û zimanê Kurdî bê parastin. Bi çanda dengbêjiyê ziman ji palerojê heta îro hatiye. Divê di her qada jiyanê de Kurdî bê axaftin û ji nifşê pêşerojê re bê ragîhandin.” Roza Metîna piştre  helbestên helbestkarên jin yên girtî ku bi Kurdî dinivîsin xwend.
 
Helbestkar Fatma Taşli Tunç jî axivî û balkişand ser girîngiya zimanê dayikê a ji bo civakê. Fatma Tunç pişre helbestên xwe û yên Cegerxwîn xwend.
Panel bi pirs û bersivan bidawî bû.