
‘Di bin çavan de pêkanînên dijmirovahiyê li me kirin’
- 09:03 21 Sibat 2025
- Rojane
Rabîa Onver
WAN - Piştî qeyûm tayînê şaredariya bajarê mezin a Wanê bû şûnde bi sedan kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Guneş Ogmen a bi lêdanê hat binçavkirin wiha got: “Li Wanê encama hilbijartinê ya ji 14’yan 14 hezim nekirin. Xwestin vê tolê ji me bigirin.”
Piştî ku qeyûm tayînê şaredariya bajarê Mezin a Wanê hat kirin û hevşaredar Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal ji peywirê hatin girtin, çalakiyên protestoyî hatin destpêkirin. Di çalakiyan de 55 jê zarok 400 kes bi lêdan û îşkenceyê hatin binçavkirin. 5 jê zarok 44 kes hatin girtin û 76 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 55 kes jî ji serî û sînga xwe birîndar bûn.
Endama meclîsa şaredariya Artemêt a Wanê Guneş Ogmen di 15’ê Sibatê de li ber şaredariyê lêdan xwar û hat binçavkirin. Guneş Ogmen tundiya ku rû daye vegot.
‘Bi pêkanînên dijmirovahî em hatin binçavkirin’
Guneş Ogmen bi lêv kir ku her tişt di nava deqeyan de pêk hatiye û polîsan bi gotina ‘hemûyan bikujin’ ketine hundir. Guneş Ogmen wiha dirêjî dayê: “Em li wir sekinîbûn, me tiştek nedikir, firsend nedan em tiştekî bikin. Em bi pêkanînên hovane û dijmirovahî hatin binçavkirin. Di hundir de kal û pîr û zarokên biçûk hebûn. Dema min dît ku ciwanan davêjin erdê, min wek yek bijartî bertek nîşan da. Her çiqas min got astim bi min re heye jî rasterast gaza îsotê berdidan rûyê min û dijûnên zayendperest didan. Paşê ez bi rûyê xwe danîm erdê û bi çokên xwe dest bi lêdana pişta min kirin, pişt re destên min kelepçe kirin. Bi qasî demekê ez ji ser hişê xwe ve çûm. Em di hundir de bi îşkenceyên mezin rû bi rû man. Ew li wir bûn ku me hemûyan bikujin, ev pir eşkere ye. Heger hevalên me yên rojnameger li wir nehatana binçavkirin û ew kêlî bihatana tomarkirin, dê dîmenên ku kişandine li cîhanê deng veda. Wehşetek pêk hat.”
‘Li wir ji bilî îşkenceyê tiştek tunebû’
Guneş Ogmen daxuyakirin guleyên plastîk raste rast li avahiya şaredariyê direşandin û ji ber gaza îsotê alarmên avahiya şaredariyê ketin tevgerê. Guneş Ogmen ev tişt anî ziman: “Me nizanibû em çi bikin.Tu hişyarî nehat kirin. Raste rast êrîş kirin. Em nîv saetê bi kelepçeyê li wir dan sekinandin. Dema em birin wesayîtê bê navber tehdîd û heqeret dikirin. Ji bilî îşkenceyê wê rojê tu tiştek tunebû. Di wesayîta binçavkirinê de min nikaribû bîhna xwe bigirim. Polîsek jin ez derxistim der û got ‘hûn ê hêza vê dewletê bibînin’. Di dermankirina nexweşxaneyê de em sê saetan hatin sekinandin. Piştre em birin nezaretxaneyê. Di bin çavan de pêkanînên dijmirovahî bi me dan jiyîn.”
Guneş Ogmen di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wan mafên xwe yên demokratîk bi kar aniye û wiha dawî lê anî: “ Şaredarî ya me ye. Hatin dagirkirin. Niha dagirker li şaredariyê ne. Di hilbijartinan de 14 şaredarî hemû hatin girtin. Ev hezim nekirin. Xwestin tolê bigirin. Tundiya fîzîkî li me kirin. Min serlêdana sûc kir û ez ê şopdarê dozê bim.”