
Li Îranê li dijî zextan yekîtiya jinan xurt dibe
- 09:04 21 Sibat 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Femînîst aktîvîsta Îranî Elnaz Sarbar, diyar ku cezayê darvekirina li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatiye birîn hewldana çewisandina berxwedana jinê ye û got ev zext jinên Îranê û Kurd zêdetir tîne gel hev. Elnaz Sarbar her wiha got kesên girêdayê hikûmeta Îranê li welatên din hewl didin zextan rewa bikin û got divê civaka navneteweyî vê bibîne.
Bertekên li dijî cezayê darvekirinê ya li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatiye birîn didomin. Rêxistinên maf û civak sivîl diyar dikin ku divê demildest ev ceza bên betalkirin. Li ser çapemeniya dîjîtal bi etîketa #StopExecution kampanya hat destpêkirin û ji gelek welatî aktîvîstan piştgirî dan kampanyayê.
Aktîvîsta Îranî Elnaz Sarbar der barê mijarê de nirxandin kir.
‘Li gorî hiqûqa navneteweyî divê tu cezayê negirin’
Elnaz Sarbar got di rewşa ku darizandinek adîlane û li gorî pergala hiqûqa navneteweyî bê kirin Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî tu ceza lê nayê birîn û got: “Ji ber ku sîstema yasayî ya Komara Îslamî ya Îranê, berî her tiştî li ser bingeha şerîetê ye. Ew hurmetê nade mafên mirovan ên ku azadiya olî diparêzin û cihêkariyê li ser bingeha zayend û meyla zayendî dike. Heqaret, ji ol derketin û hevzayendî hîna jî sûc in li Komara Îslamî. Her wiha eger kesek ji bo mayîna Dewleta Îslamî 'xetere' bê dîtin, xwîna wî kesî 'helal' e û li gorî sîstema yasayî ya Komara Îslamî dikare bê encam bê rijandin.”
‘Darizandin di alî adîlbûn û zelaliyê de qels e’
Elnaz Sarbar wiha bi lêv kir: “Daraza Îranê di alî adîlbûn û zelaliyê de qels e. Gelek doz ji gel re ne vekirîne. Girtiyên wek Ezîzî û Murahî beriya runiştinan demek dirêj girtî dimînin û îşkence lê tên kirin. Bi awayekî bandor parêzer nikarin xwe bigihîn dozên her du jinên wêrek. Ev jî nîşan dide ku li hember wan delîlek şênber tuneye. Li Îranê her kes ji mafê pêvajoya darizandina adîlane bêpare. Jinên Îranê ji aliyê komara îslamî ve hedef tên giritn. Demên dawî de tevgera ‘jin jiyan azadî’ komar tirsandiye.Komara îslamî cezayê darvekirinê dide jinan û zilmê dike. bi vê dixwaze jinan bitirsîne.”
‘Îranê bêyî ku lê haydar be hêzek afirandiye’
Elnaz Sarbar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îran bêyî ku lê haydar be hêzek afirandiye. Polîtîkayên zextê yên li ser jinên Kurd, armancek xurt da qezecnkirin. Em biryara darvekirinê qirêj û bê edalet dibînin. Em jinên Îranê şermezar dikin. Girtiyên jin yên Evînê ji bo cezayên darvekirinê protest bikin ketin greva birçîbûnê. Jin li dijî rejîma zextxwir di eniya pêş a têkoşînê de ne. Divê civaka navneteweyî li dijî vê bêdeng nemîne. Divê ruyê rast yê Îranê bibînin û nîşan bidin. Divê seknek xurt ji aliyê civaka navneteweyî ve bê nîşandan. Kesê girêdayê hikûmeta Îranê li welatên din hewl didin zextan rewa bikin. Divê civaka navneteweyî vê bibîne.”