
‘Çapemeniya azad tê krîmînalîzekirin’
- 09:54 14 Adar 2025
- Rojane
AMED - Nûçegîhana JINNEWS'ê Pelşîn Çetîkaya ku tevî hemû êriş û astengiya ji rastiyan tawîz nake wiha dibêje: “Çapemeniya azad ji ber rastiyê nîşan dide tê krîmînalîzekirin. Ji ber vê di hedefê de ye û di bin êrişan de ye.”
Zext û êrişên li ser çapemeniya azad zêde bibin jî kedkarên çapemeniyê xebatên xwe didomînin. Kedkarên çapemeniyê ku di şopandina nûçeyan de bi her cureyê êrîşên fîzîkî û psîkolojîk re tên rû hev, ji ber dibin dengê gel dibin hedef. Di vê pêvajoya ku binçavkirin û girtinên li hember rojnamegeran derketiya asta jor, kedkarên çapemeniyê peywira xwe bê kêmasî tînin cih.
‘Rojnamegerî karekî taybete’
Pelşîn Çetînkaya ku 2 sale di JINNEWS'ê de nûçegîhaniyê dike, diyar dike ku rojnamegerî karekî taybete û wiha vegot: “Em hem li qada Kurdistan hem li ya Tirkiyeyê dixebitin. Beriya em biçin nûçeyan em der barê jiyan û civaka herêmê de lêkolînan dikin. Ev lêkolîn ji bo me girîng in. Ji ber dema civak bê naskirin mirov bûyeran jî rehet fêm dikin. Em hewl didin bi wan bidin hîskirin ji bo wan çûne. Ev girînge. Di vê pergala serdest ya mêr de ku jiyan ji xwe ji bo jinan zehmete, wek jinekê nûçegîhanî hîn bêtir zor e. Ez her roj bi rihekî têkoşînê yê cuda şiyar dibim.”
Têkoşîna jinan a di civakê de
Pelşîn Çetînkaya wek jinekê bi tundiya fîzîkî û psîkolojîk re hatiye rû hev û wiha dirêjî dayê: “Li qada dixebitim ji ber jinim bi tundiyê re têm rû hev. Ji ber civakê mafê jinan yê axaftinê tuneye. Heta mafên wan yên herî sereke ji dest tên girtin. Ji ber jin diaxivin, dixebitin û karên mezin dikin tundiyê dibînin. Carna dema şopandina nûçeyan em bûn şahidê gotinên mêran yên ‘hela xwe bide alî ez çêbikim’. Carnan vê bi nêzîkatiya xwe nîşan dide. Tevî va astengiyan ez bersiva herî baş didim wan. Karên ku ew dikin ez hemûyî dikim.”
‘Dixwazin çapemeniya azad tune bikin’
Pelşîn Çeketînkaya daxuyakirin ku bi salane êrişê çapemeniya azad dikin û dixwazin tune bikin. Pelşîn Çetînkaya wiha vegot: “Roja ez bixebitim teqez tundiya polîsan dibînim. Ji ber çapemeniya azad im di hedefê de me. Ji ber em rastiyê dinivîsin hedef tên girtin. Em tên binçavkirin û tundiyê dibînin. Lê tevî hemû êriş û astengiyan bêyî tirs û fikar xebata xwe didomînim.”
Bi îşkenceyê hatim binçavkirin
Pelşîn Çetînkaya got dema şopandina nûçeyan de tevî ku polîsan dizanibû çapemeniya bi îşkenceyê ew binçavkiriye û wiha got: “4’ê Mijdarê de qeyûm tayînê şaredariya Êlihê bû. Ez li Amedê dixebitim lê hewce bike diçim Êlihê jî. Ez çûm ber şaredariya Êlihê. Girse û polîs li wir bûn. Min dest bi kişandinê kir. Tevgerê heta êvarê berdewam kir. Polîs û welatiyan nîqaş dikir. Welatiyên dimeşiyan, daxuyanî didan, yên dihatin binçavkirin hebûn. Min jî qeyd dikirin, wêne dikşand. Her carê polîsan tundî li min dikir. Tundiya gotinî jî hebû. Pêvajoya qeyûm de 20 rojan li Êlihê mam. Rojekê welatî ji bo şermezarkirina qeyûman derketin kolanan. Lê polîsan bi gaza îsotê, ava zextê û mertalan êrişî welatiyan kir.
Wê demê min jî dîsa li wir nûçe dişopand. Dema min dît polîan welatî binçav kirin, min yekser xwest qeyd bikim. Dema ez hatim binçavkirin jî çend polîsên ku dizanibûn ku ez çapemenî me jî di bin îşkenceyê de ez binçav kirim. Min çend caran got çapemenî jî nayê bîra min. Polîsan ez ji erdê kaş kirin û binçavkirin. Destên wî kelepçe kirin û birin wesayîta binçavkirinê. Polîseke jin li wir li min xist. Wî şîdet bikar anî. Gelek caran di maşînê de rastî tundiya devkî û nîjadperestî hatim. Dema ez birin emniyetê, lêgerîna tazî li min kirin. Polîsên ku li min digeriyan kembera min çirandin.”
Pelşîn Çetînkaya diyar kir ku tevî hemû astengî, êriş û îşkenceyan ew ê tu carî dest ji erka xwe bernedin û rastiyan nîşan bidin, tu kes, tu tişt nikare pêşiya rojnamegeriyê bigire.