
TJA: Sakîne Arat pêşengî ji vejînê re kir
- 12:30 14 Adar 2025
- Rojane
AMED - TJA'yê têkildarî koça dawî ya Dayika Aştiyê Sakîne Arat diyar kir ku dayika Sakîne pêşengî ji vê vejînê re kir û bû şahida vê dîroka zindî û got:"Dayika Sakîne ku di heman demê de dayika rêhevalê me Cemal Arat e, di sala 1984'an de li dijî faşîzma Tirkiyeyê, cûntaya leşkerî, zilm, zordarî, înkar, komkujî, polîtîkayên bişaftin û bîyanîbûna li ser ziman, çand û hemûna kurdan û li dijî îşkenceker Esat Oktay, ala azadîyê bilind kir."
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî koça dawî ya Dayika Aştiyê Sakîne Arat daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Dayika Sakîne ji bo aştî, azadî û wekhevîyê berxwedan û têkoşîneke bêhempa da."
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Her weke tê zanîn di têkoşîna azadiya jinan û ya gelê kurd de bi hezaran jin û dayikan têkoşîneke bêhempa dane. Dîroka berxwedanê nivîsandine û di vê rêya heqîqeta azadîyê de nemir bûne. Ji dayika Uveyş, Fatma Ateş, dayika Taybet, dayika Mulkîye Alp û heta dayika Sakîne Arat bi hezaran dayikan pêşengî ji têkoşîna azadîyê re kirine. Di vê rêya heqîqeta azadiyê de berdêlên herî giranbûha dane û di vê xetê de nemir bûne.
Dayika Sakîne Arat a ku 4 zarokên xwe di têkoşîna azadiya gelê kurd û ya mirovahiyê de daye, piştî têkoşîna xwe ya bêhempa ya zêdeyî 50 salan, duh çû ser dilovaniya xwe. Em bi bihîstina wefata dayika Sakîne pir xemgîn in. Lewra dayika Sakîne, bi têkoşîna xwe ya bêhempa ya bênavber dayî, dîroka berxwedan û têkoşîna azadîya her zindî hiştiye.
Dayika Sakîne ku di heman demê de dayika rêhevalê me Cemal Arat e, di sala 1984'an de li dijî faşîzma Tirkiyeyê, cûntaya leşkerî, zilm, zordarî, înkar, komkujî, polîtîkayên bişaftin û bîyanîbûna li ser ziman, çand û hemûna kurdan û li dijî îşkenceker Esat Oktay, ala azadîyê bilind kir. Bi gotine “Berxwedan Jiyan e” ji nû ve vejîn afirand.
Dayika Sakîne jî bi berxwedêrên zindana Amedê re pêşengî ji vê vejînê re kir û bû şahida vê dîroka zindî. Ev dîroka zindî roj bi roj jiya û şahidî kir. Ji berxwedana zindana Amedê, ji têkoşîna edaleta dayikên şemîyê, ji grêvên birçîbûnê û ta têkoşîna dayikên aşîtiyê, ew heta dawiya emrê xwe bû mertaleke zindî. Ji bo aştî, azadî û wekhevîyê berxwedan û têkoşîneke bêhempa da. Wê, bêguman bi dîroka xwe zindî her tim rêya me ronî dikir û rê li ber mezinkirina têkoşîna me ya azadîya jinan a gelê kurd û mirovahiyê vedir.
Em di serî de ji malbata xwe ya bi nirx û pîroz, ji dayikên aştiyê û ji gelê kurd re sersaxiyê dixwazin. Em di kesayeta dayika Sakîne Arat de hemû jin û dayikên ku di rêya heqîqeta azadiyê de nemir bûne bi rêzdarî û biminnet bi bîr tînin û bejna xwe li ber berxwedan û têkoşîna wan ditewînin. Em weke Tevgera Jinên Azad (TJA) soz didin ku em ê heta dawî dayika Sakîne Arat û hemû berxwedêrên heqîqetê yên nemir, di têkoşîna xwe ya azadîya jinan û ya mirovahiyê de bidin jiyîn."