SOHR: Hezar û 500 Elewî hatin qetilkirin

  • 14:52 15 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR'ê ragihand ku di encama komkujiyên ku li herêmên peravê ji hêla cîhadîstên HTŞ'ê ve hezar û 500 kes hatine qetilkirin û banga hesabxwestina ji  kujeran kir.
 
Ji 6'ê Adarê ve li herêmên peravê yên Sûriyeyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El Şam bi hinceta "Bermahiyên rêjîma berê" dest bi komkujiyên li dijî pêkhateya Elewiyan kir.
 
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) duh komkujiyên nû li herêmên peravê belge kir. Di encama komkujiyên ku li peravê pêk hatine gihîştiye hezar û 500 kesan ku piraniya wan Elewî ne.
 
Li gor SOHR'ê li bajarên Tertûs, Laziqiyê du komkujî pêk hatin, di encamê de 24 kes jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 4 komkujiyên din li bajarên Tertûs, Laziqiyê, Hema û Humis pêk hatin û 93 kes di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dan. hate zanîn ku piştî kuştina milet ew di gorên komî de tên oxirkirin û hejmara wan nêzî 1393 kes in. Gelek kes di malên wan û di nava zeviyan de tên kuştin bi hinceta ku ew "Bermahiyên rêjîma berê" ne.  
 
SOHR'ê di daxuyaniya xwe de bang li civaka navnetewî kir ku bi lez kiryar û komkujiyên ku li herêmên peravê pêk tên belge bikin û kesên kujer ceza bikin.