Li Misirc û Qowanciyan coşa Newrozê

  • 15:15 23 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroz li Qowanciyan û Sêrtê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
 
Cejna Newrozê li navçeya Qowanciyan a Xerpêtê hat pîrozkirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Dêrsimê Ayten Kordu, Parlamenterê Çewlîgê Omer Faruk Hulakû, Hevşaredarên Depê, Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  yên bajar û navçeyan û gelek welatî beşdarî Newrozê bûn. Kesên beşdarî Newroza ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" û bi rengên zer, govend gerandin. 
 
Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu li vir axivî û bi bîr xist ku pîrozkirina Newrozê ji bo wan ne hêsan e û bi salan rastî girtin, binçavkirin û windakirinê hatine. Ayten Kordu got, "Bi bi biryardariya ji bo nasnameya me, baweriya me, demokratîkbûyîn û biryardariya me ya ji bo jiyaneke wekhev, îro hemû gelên li Rojhilata Navîn, Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê Newrozê pîroz dikin. Newroz li hemû gelên cîhanê pîroz be."
 
'Em ê vê pêvajoyê ava bikin'
 
 Ayten Kordu bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku ew li pişt vê yekê ne. Ayten Kordu, diyar kir ku ew ê li van xakan azadî, wekhevî û aştiyê ava bikin û got, "Lê belê di vê mijarê de bi taybetî ciwan û hevalên jin berpirsyariyên me hemûyan hene. Divê em di vê pêvajoyê de xwe bi rêxistin bikin. Em dibêjin ku ev têkoşîn bi saya têkoşîna gelê me îro hatiye vê astê. Ji niha û pê ve jî weke gelê xwe, em ê vê têkoşîna xwe ya demokratîk pêvajoyaê ava bikin."
 
Pi?tî axaftinan girseya ku  piranî ji ciwanan pêk dihat li qadê li dora agirê Newrozê govend gerand. 
 
Sêrt-Misirc
 
Newroza ku li gelek bajaran bi diruşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Newroza Civaka Demokratîk ” hate lidarxistin, li çiyayê Çiyayê Gurdila  ji aliyê komek ciwanên navçeya Misirc a Sêrtê ve bi pêxistina agir û fîşekên hewayî hat pîrozkirin.