
Daraz pêşeroja gumanbar esas digire
- 09:04 29 Gulan 2025
- Rojane
Yeşîm Oruç
NAVENDA NÛÇEYAN - Mirinên biguman yên jinan zêde dibin û daraz jî gumanbaran diparêze û çanda becezahiştinê giran dike. Pergala edaletê, tundiya li ser jinan ji nedîtî ve tê. Parêzer Hatîce Demîr diyar dike ku daraz ne jinê, pêşeroja gumanbar esas digire.
Tundiya li ser jinan, mirinên biguman ên jinan her diçin zêde dibin. Ev mirinên biguman gelek caran ji aliyê merciyên edlî ve wek ‘întîxar’, ‘qeza’ tên binavkiririn û bi vî awayî nahêlin gumanbar derkevin pêşberî darazê.
Ji Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê parêzer Hatîce Demîr, der barê mijarê de axivî.
Hatîce Demîr got tundiya li ser jinan pirsgirêkek global û polîtÎke û got: “Her mirnek biguman a jinan polîtîk e. Di bin sedemên mirinên biguman yên jinan de patriyarka heye. Di mirinên biguman û cînayetên jinan de gumanbar hewl dide xwe xils bike. Gumanbar ji bo xwe biparêzin stratejiyên parastinê diafirînin û hincetên rewakirina kuştinê diafirînin.”
‘Li pişt her mirina biguman tundî heye’
Hatîce Demîr wih adirêjî dayê: “Mirinên biguman çawa tên bi navkirin. Her bûyer li gorî rewşa delîlan û taybetiyê diguhere. Carna tespîtên întîxar, carna qeza canan cînayet tê kirin .Yanî li pişt her mirina biguman tundî û zext hene.Ji bo mirov xwe bigihînin hiqûqê jî divê hewldan hebe. Divê lêkolîneke pêwist bê kirin, divê delîl bên lêkolînkirin û lêpirsîn bi baldarî bê kirin.”
‘Em ji ewlehiya xwe bi fikarin’
Hatîce Demîr got bi salan e li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin û ji bo sûcên li hember jinan bê ceza neyê hiştin wek parêzerekê dozan dişopîne. Hatîce Demîr wiha bi lêv kir: “Lêpirsîn bi bandor û baldarî nayên meşandin. Ev jî rê li ber bêcezahiştinê vedike. Mînak di doza Îpek Er de, jammerê ku sînyalan difetisînin li bin pacê bicih kiribûn û hemû têkiliya me bi derve re hatibû qûtkirin. Me wek parêzerên doz dişopand ji ber ewlehiyê ketin fikran. Gelek caran ji bo parastina gumanbaran tedbîrên awarte tê girtin. Pergala edaletê ya Tirkiyeyê li dijî heqîqeta ku jin dijîn kor e. Jinan esas nagirin, nabin hewcedarî.Li gorî daneyên li Tirkiyeyê hatine testîtkirin rêjeya qetilkirina jinan û mirinên biguman mirovan asta ku mirovan dike fikaran de ye. Pergala edaletê, tundiya li ser jinan ji nedîtî ve tê. Parêzer Hatîce Demîr diyar dike ku daraz ne jinê, pêşeroja gumanbar esas digire. Bila qanûn pêk bên. Bila Peyamana Stenbolê ji nûve bikeve meriyetê.”