Tulay Hatîmogullari:Divê şertên azadiya Birêz Ocalan bên afirandin
- 21:06 31 Gulan 2025
- Rojane
AMED - Tulay Hatîmogullari ku di meşa ‘jin ji bo aştiya civakî û demokrasiyê dimeşin’ a ji aliyê TJA’yê ve pêk hatiye de axivî û da zanîn ku ji bo ev pêvajo baş bê meşandin divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin.
Bi pêşengiya Tevgeza Jinên Azad (TJA) bi hezaran jin ji bo bi dirûşma; ‘Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin’ li Parka Jiyanê ya Şemse Allak bimeşin Ulu Camiyê kom bûn.Ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê jin tevlî bûn, Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari jî di nav de gelek kes beşdar bûn.
Piştî daxuyaniyê hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî.
Tulay Hatîmogullari da zanîn ku ew ji bo aştiya civakî û demokrasiyê idmeşin û got ji her alî Tirkiyeyê jin hatine gel hev û wiha got: “J ibo em bêjin ku aştî bi zimanê jinê xurtire, em ligel hevin. Civaka demokratîk ji bo jinan gelek girînge. Banga Birêz Ocalan îro ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê li her derê cîhanê bi erênî tê pêşwazîkirn.”
‘Bila şert û mercên Birêz Ocalan bên başkirin’
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku aştiya ku jin ne parçeyê wê bin ne mayînde ye û wiha vegot: “Di demên pevçûnan de me jinan têkoşîna maf dida lê wan digotin hûn terorîstin. Me digot bila Peymana Stenbolê bikeve jiyanê, 6284 bi bandor pêk bê wan digotin hûn terorîstin. Me jinan ev qebûl nekir. Em qebûl nakin.Aştiya ku jin ne parçeyê wê be ne aştiyeke mayînde ye. Ji bo ev pêvajo baş bimeşe divê şert û mercên li Îmraliyê bên başkirin. Divê Birêz Ocalan di şertên azad de bixebite. Em aştiyê dixwwazin. Em carek din dibêjin jiyan jiyan azadiye.”
Piştî axaftinê daxuyanî bidawî bû.