
‘Betalkirina protokola alîkariya hiqûqê nayê qebûlkirin'
- 09:02 15 Hezîran 2025
- Rojane
WAN - Siyasetmedarên jin ên li Wanê bal kişandin ser polîtîkayên qeyûm û gotin: "Betalkirina protokola alîkariya hiqûqî ya vê dawiyê tê wateya desteserkirina destkeftiyên jinan. Rê li ber şîdetê vedikin û naxwazin jin sûdê ji alikariya bigirin. Lê em ê li dijî polîtîkayên qeyûm xebatên alternatîf bidomînin."
Dengvedana tayînkirina qeyûman ku wekî êrişek li ser sîstema hevşaredariyê hatine çêkirin, berdewam dike. Qeyûmê ku herî dawî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû tayînkirin, pêşî destkeftiyên jinan hedef girt, saziyên ji bo jinan hatine vekirin girt û projeyên ku ji bo jinan berdewam dikirin betal kir. Qeyûmê ku êrişên li ser jinan berdewam kir, protokola alîkariya hiqûqî ya ji bo jinan ku di 29'ê Îlona 2024'an de ji hêla Baroya Wan û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatibû îmzekirin bi biryara parlementoyê bi hinceta "tedbîrên teserûfê" betal kir. Protokola ku bi armanca hêsankirina gihîştina hiqûqê ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine hatibû amadekirin, ji hêla qeyûm ve hate betalkirin.
Siyasetmedarên jin ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û behsa êrişên li hember destkeftiyên jinan kirin.
'Destkeftiyên jinan hatin desteserkirin'
Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Evîn Karahan, diyar kir ku piştî ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê bi ser ket gelek xebatên jinan carekdin hatin zindîkirin û destpêkirin û wiha bi lêv kir: "Yek ji xebatên me ji bo jinan protokola alîkariya hiqûqî bû ku bi Baroya Wanê re bi hev re hat îmzekirin. Mixabin, ev protokol ji hêla qeyûm ve hat betalkirin. Ev protokol protokolek bû ku ji bo hêsankirina gihîştina jinan bi hiqûqê hatibû amadekirin. Bi betalkirina protokolê re bi dawî nebû, gelek destkeftiyên me yên di warê jinan de ji hêla qeyûm ve hatin desteserkirin."
'Em ê her têkoşîna xwe bidomînin'
Hevseroka Ebexa Wanê Hatîce Atabay Gundogdu, destnîşan kir ku bi salan e li dijî komkujiyên jinan têdikoşin û wiha bi lêv kir: "Em ji ber êrişa qeyûm a li ser destkeftiyên jinan û betalkirina protokolê ya dawî pir xemgîn in. Her ku em bi sîstema hevşaredariya xwe têkoşîna xwe ji bo hebûna jinan di her warî de didomînin, nayê qebûlkirin ku qeyûm saziyên jinan bigire gava ku ew were. Em, wekî şaredariyên navçeyan, soz didin ku em ê xebata xwe ji bo jinan hîn bi hêztir bidomînin. Her ku ew saziyên me bigirin, em ê hewl bidin saziyên nû vekirin. Em ê xebata xwe ji bo jinan li her derê, her dem û têkoşîna xwe ji bo ku jin xwedî gotin bin û hebûna xwe di her warî de nîşan bidin bidomînin."
'Em tundutujiyê qebûl nakin'
Hatîce Atabay Gundogdu, da zanîn ku êrişên qeyûm ên li ser saziyên jinan wekî tundûtûjiya li dijî hemû jinan bi nav kir û wiha axivî: "Em vê tundûtûjiyê bi tu awayî qebûl nakin. Em dizanin ku înkarkirina mafê jiyanê yê jinan ji temenê biçûk ve û komkujiya jin û zarokan a her ku diçe zêde dibe, bi polîtîkayên hişmendî tê kirin. Em ê rê nedin ku ev polîtîka bên meşandin."
'Li dijî qeyûman em ê xebatên alternatîf bidomînin'
Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Herdem Acar, diyar kir ku şaredarî çalakiyên xwe yên şaredariyê bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan dimeşînin û diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman re gelek projeyên ku jinan hedef digirin hatine betalkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Polîtîkayên qeyûman ji sala 2012'yan vir ve heman polîtîkayan li dijî jinan û projeyên jinan dimeşînin. Êrişî ked û qadên jinan dikin. Em ê li her derê dengê xwe bilind bikin û li her qadê li dijî van neheqiyan bertek nîşan bidin. Dibe ku qeyûm hatibin tayînkirin û gelek projeyên me hatibin betalkirin, lê em ê şaredariya alternatîf li her derê bidomînin."