‘Ji bo aştiyê ev gel amade ye’

  • 09:03 15 Hezîran 2025
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR-Zarîfe Karasungur da zanîn ku  ji bo aştiyeke bi rumet divê dewlet gavê bavêje û wiha got: “Ne malbata min ne jî malbatên din nexwestin xwîn birije. Lê aliyên hember me me fêm nakin. Em aştiyê dixwazin û ji bo aştiyê amade ne.”
 
Xwişka Mehmet Karasungur ku yek ji pêşengên damezrîner yê PKK’ê bû, Zarîfe Karasungur  der barê pêvajoyê de axivî û got ji bo ev şerê bi salane didome bi daewî bibe divê aştî pêk bê û got divê jin bi taybet jî dayik bên guhdarkirin.
 
Zarîfe Karasungur got piştî erdheja 1971’ê ya li Çewlîkê çûye cem birayê xwe Mehmet Karasungur yê li Sebînkarahîsar a Gîresunê mamostetiya matematîkê dikir û wih agot: “Ez 11-12 salî bûm. Birayê min ji ber darvekirina Denîzan gelek xemgîn bû. Dema ew xemgîn bû ez jî bûm. Min pirsî got hevalên min wefat kirine. Piştre li dibistanê ew  binçavkirin. Dema hat her derê wî xwîn bûn. Temenê min biçûk bû. Lê ew wek birîn dilê min de ma.”
 
‘Kurd û Elewî nedihatin qebûlkirin’
 
Zarîfe Karasungur wiha got: “Birayê min Mehmet surgunê Afyonê kirin. Em tembîh kirin gotin nebêjin em Kurd û Elewî ne. Belkî agahiya kesî ji me tunebû lê me digot em bêjin wê şaş bê fêmkirin. Kurd û Elewî nedihatin qebûlkirin. Dema tevgera azadiya Kurd xwe îlan kir ez li Kirşehîrê bûm. Damezerînerên PKK’ê hemû xwedayîbûn zanîngeh qedandibûn. Mirovên zana mirovên komkujiyên hatine jiyîn dîroka Kurdan dizanîn ev derxistin holê. Niha hemû cîhan PKK’ê nas dike.”
 
‘Tundiya dewletê hêrs mezin kir’
 
Zarîfe Karasungur got dema ku nû koma Apocî derketiye dewletê ji wan fêm bikira wê evqas komkujî nehatiba jiyîn û wiha daxuyand: “Lê dewletê komkujî, qeitlkirin tercih kir. Axaftin tercîh nekirin. Tundiya delwetê jî hêrs mezin kir.”
 
‘Tevî êşa xwe em dibêjin aştî’
 
Zarîfe Karasungur destnîşan kir ku gelek caran pêvajoyên aştiyê hatine jiyîn û wiha bi lêv kir: “Niha pevajoyek nû ya muzakereyê tê jiyîn. Gel amade ye lê divê ev bê vegotin. Em amade bin em bêjin aştî divê em vê vebêjin. Gel amade ye. Tevî hemû êşan em dibêjin aştî.Dewletê nefret mezin kir. Em nabêjin êşa me ya ji yên din mezintire. Em naxwazin tu dayik rondikan bibarînin û bila tu kes nemire. Hêviya me heye lê divê dewlet gavê bavêje. Tevlibûna civakê ya pêvajoyê wê aştî pêkan be. Bi taybet jin û dayik divê xwe îfade bikin.Ez bang li hemû jinan dikim werin em bibin yek û bi hev re aştiyê bînin.”