
Ji xizmên windayan bang: Ji bo aştiyê ewil edalet
- 09:02 24 Tîrmeh 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya-Gulîstan Gulmuş
AMED - Xizmên windayan ku bi salan e li heman derê heman daxwazan diqîrin, balkişandin ser gava aştiyê ya di 11’ê Tîrmehê de hatiye avêtin û wiha gotin: “Riya diçe aştiyê ewil bi dîtina windayan derbas dibe. Dewlet ji dil be divê ewil çi bi xizmên me hatine eşkere bikin û gumanbaran bidarizînin.”
Xizmên windayan ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di salên 1990’î de winda bûne bipirsin û gumanbar bên darizandin bi salan e têdikoşin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Tîrmehê de manîfestoya ‘aştî û civaka demokratîk’ eşkere kir û di 11’ê Tîrmehê de ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ li Silêmaniyê çek şewitandin.
Malbatên tevli çalakiya ‘Bila winda bên dîtin gumanbar bê darizandin’ ya li Rezanê ya Amedê bûn, der barê pêvajoyê de axivîn.
‘Ger ji dil bin bila hestiyên me bidin me’
Salîme Çakir da zanîn ku dewlet di mijara aştiyê de ger ji dil be divê ewil gumanbarên windayan ceza bikin û wiha vegot: “30 sal in hevjînê min winda ye. Wek min bi sedan kes hene. Ewil bila gumanbar bên dîtin. Bila hestiyên me bidin me. Bila gumanbar bên cezakirin. Bila aştî bê. Me Kurdan bedelên mezin dan. Me êşên mezin kişand. Divê mafê Kurdan bên naskirin. Dema gundê me şewitandin JÎTEM hat gundê me û hevjînê min birin. Ez 6 mehî ducanî bûm. Çend zarokên min ên din jî hebûn. Piştî gundê me şewitandin em çûn gundekî din. Piştre xezûrê min em anîn Amedê. Hevjînê min hat qetilkirin, keça min sê meh şûnde hat dinê. Zarokên min bê bav man.”
‘Cîhan bi serê me de hilweşiya’
Îrfet Muhtaş, der barê qetilkirina birayê xwe Alî û Mehmet Tekdag axivî û got: “Em aştiyê dixwazin. Em ne tenê aştiyê, daxwazên me yên din jî hene. Bila windayên me bibînin. Bila gorek wan hebe. Dema em tên vir wek em tên ser gora wan. Ez behsa birayê xwe Muhammet bikim. Dema diçû postaxaneyê lêxistin. Jiyana xwe ji dest da. Wê demê cîhan bi serê me de hilweşiya. Hîna ne hatibû temenê 30 salî. Alî jî di partiyê de bû. Salek tije nebibû ew jî qetil kirin. Tevî her tiştî em aştiyê dixwazin.”
‘Bila gumanbaran derxin holê’
Fatma Dag jî ev tişt anî ziman: “Ez li Mersînê dijîm. Salê carek du caran têm tevli vê çalakiyê dibim. Em ji bo windayên xwe têdikoşin. Em dixwazin gora wan ziyaret bikin. Niha em nizanin ew li ku ne. PKK’ê gav avêt. Çek şewitand. Divê êdî dewlet gavê bavêje. Bila girtî bên berdan, gumanbarên kiryar nediyaran bên darizandin.”