‘Ev konferans bersiva 74 fermanan in’

  • 09:03 24 Tîrmeh 2025
  • Rojane
ŞENGAL - Jinên li Şengalê tevli konferansa Konferansa Ronakbirî ya Şengalê bûn diyar kir ku ev konferans ji bo jinan gelekî girîng bû û wiha gotin:” Ev konferans ji bo miletê bindest e. Ev konferans bersiva 74 fermanan e. Em ê xwe bi hêztir bikin. Em ê tifaqa xwe çêbikên. Ev tifaqa baweriyê ye. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê çêkirina konferansên xwe û kombûnên xwe dewam bikin."
 
Di 17-18’ê Tîrmehê de li Şengalê, bi dirûşmeya ‘Banga Aşitî û Civaka Demokratîk, bersiva 73 fermana ye’ konferanseke girîng û dîrokî hatibû lidarxistin. Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku bi pêşengiya Akademiya Zanistên Civakî ya Şengalê hatibû lidarxistin, ji Şengalê û derveyî Şengalê mazûvaniya 150 delege û mêvanan bû. Li gel pêşkeşkirina 9 gotarên esasî yên derbarê çand, bawerî, dîrok, coxrafya, xwe parastin, Jîneolojî, pêşengiya ciwanan û banga civaka demoakratîk, gelek peyamên taybet ên bi dîmen û nivîskî jî pêşkeşî konferansê hate kirin. Bi taybet peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo konferansê, hêz, moral, hêvî û îddiaya konferansê bilind kir û bû wesîleya serkeftina konferansê.
Jinên tevli Konferansa Ronakbirî ya Şengalê bûn wiha gotin:”Em jî dibêjin em ê rêxistina xwe qewî bikin. Em bang li keç û xortên xwe dikin da ku ew jî tevli rêxistina mezin bibin, rêxistinbûyina xwe xurt bikin. Em dixwazin gaveke zêde biavêjin û rêxistina xwe xurt bikin.”
 
‘Em ê rêxistina xwe qewî bikin’
 
Tewre Hisen bal bir ser girîngiya rêxistinbûyinê û wiha got:”Em jî di destpêkê de vê konferansê pîroz dikin. Em jî dibêjin em ê rêxistina xwe qewî bikin. Em bang li keç û xortên xwe dikin da ku ew jî tevli rêxistina mezin bibin, rêxistinbûyina xwe xurt bikin. Em dixwazin gaveke zêde biavêjin û rêxistina xwe xurt bikin. Serokatî jî gotina xwe kir û got ya herî muhîm ez jî tevli jinê dibim. Çi bikeve ser milê me, em ê jî bikin. Milê me, milê Serokatî ye. Heger em bi hev re bin kes nikare pêşiya me bigire. Her wiha kes nikare pêşiya jinê jî bigire. Lê jin tên astengkirin, destê mêran li ser jinê heye. Loma divê em rabin ser xwe.”
 
‘Ev konferans bersiva 74 fermanan in’  
 
Welat Cano da zanîn ev konferansa hatiye lidarxistin bersiva li dij dijmin e û wiha pê de çû:”Ev konferans ji bo miletê bindest e. Ev konferans bersiva 74 fermanan in. Em vê konferansê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Em bi taybet li Seroka Apo jî pîroz dikin. Em şehîdên xwe yên 11 salan jî bi bîr tînin. Em bejna xwe li ber wan û malbatên wan ditewînin. Ev konferans bersiva li hember dijmin e. Em ê xwe bi hêztir bikin. Em ê tifaqa xwe çêbikên. Ev tifaqa baweriyê ye. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê çêkirina konferansên xwe û kombûnên xwe dewam bikin. Em ê xwe perwerde û zane bikin. Bi taybet jî bila jin rabin ser xwe. Her wiha em ê dest ji çiyayê xwe yê Şengalê jî bernedin. Di heman demê de em silavên xwe ji vir ji Serokatî re dişînin. Serokatî name ji êzidiyan re şand. Bi taybet ji jinan re. Em bi vê kêfxweş bûn. Loma jî divê jin di her milî de xwe pêş bixin.”   
 
‘Me xwest em rûpeleke nû vekin’
 
Maya Singalî da zanîn ew dixwazin hîn bêhtir kar bidin meşandin û wiha pê de çû:”Hedefa lidarxistina konferansê ew bû ku em rûpeleke nû vekin. Bi taybet ev 11 sal in kedek li vir hatiye dayin. Em dixwazin bi vê konferansê hîn bêhtir kar bidin meşandin. Em wekî êzidiyan bi taybet dixwazin dîroka xwe jî bidin xuyakirin. Divê em karibin çanda xwe jî bêtir derxin pêş. Ji bo keda me ya bi hezar salan a êzidiyan winda nebe, ev girîng e. Êzidî hatine kuştin, ferman bi ser wan de hatine lê em dixwazin vêya bidin xuyakirin û em ji vêya hêzê bigirin. Di heman demê de ji bo tiştên jinan pêş dixin jî em dixebitin. Wekî mînak em jineolojiyê jî ji xwe re wekî xuyakirina rastiya jinê dibînin. Heta niha jinan çawa li berxwe dane ev di jinolojiyê de diyar e. Divê em bi hemû jinan meseleya Jineolojiyê bidin naskirin. Loma em Jinoleojiyê ji xwe re wekî quwetekê dibînin.”