Gumanbar hat parastin, Ayşe Tokyaz hat qetilkirin

  • 09:06 24 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Jinên ji Koma Kampanya Femînîstan a li dijî Cînayetên Jinan, diyar kirin ku sedema qetilkirina jinan polîtîkayên pêşî li qetilkirina jinan digirin pêk nayên û gumanbar tên parastin. Jinan wiha gotin: “Em ê hem ji bo Ayşe Tokyaz hem jî ji bo hemû jinên din têbikoşin. Tehemula ji bo windabûna jinekê nemaye. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo maf û jiyana xwe, xwe rêxistin bikin.”
 
Xwendekara zanîngehê Ayşe Tokyaz li Stenbolê ji aliyê polîsê berê Cemîl Koç ve hat qetiklirin. Xwişka Ayşe Tokyaz beriya ku Ayşe Tokyaz bê qetilkirin serî li emniyetê dide û tehdîd ji polîsan re ragihand. Lê eminiyetê li şûna pêvajoya parastinê bide destpêkirin, daxwaznameya gilîkirinê ji gumanbar Cemîl Koç re ragihand. Agahiyên der barê gumanbar de derketin holê, binpêkirina sîstematîk a dewletê jî nîşan da. Derket holê ku di mirina biguman a jineke du sal berê li Amedê bi guman jiyana xwe ji dest da de jî têkiliya Cemîl Koç heye. Lê di wê pêvajoyê de jî der barê gumanbar de tiştek nehat kirin.
 
Jinên di Koma Kampanya Femînîstan a li dijî Cînayetên Jinan de cih digirin der barê qetilkirina jinan de axivîn.
 
'Mêr ji pergalê hêzê digirin'
 
Ruya Kurtulmuş da zanîn ku tundiya mêr ji hev serbixwe nîne û hemû berdewamiyên hev in. Ruya Kurtulmuş wiha anî ziman: “Mêr ji bêcezahiştin û pergalê hêzê digirin. Cînayeta Ayşe Tokyaz dişibe ya Munevver Karabulut. Di demên dawî de qetilkirina jinan gihiştiye astek bi xorf. Mêrên gumanbar; polîs, bakal, muezzîn, mêrên di jiyana me de ne. Yê Ayşe Tokyaz qetil kir polîs bû û berê jî di cînayetek jinan de navê wî derbas bûye. Xwişka Ayşeyê tevî serlêdanê dike encamekê nagire. Emê li dijî tundiya mêr bêdeng nemînin, têbikoşin.”
 
‘Ayşe li ber çavan hat qetilkirin’
 
Rojda Aksoy jî der barê mijarê de axivî û got wê li dijî qetilkirina jinan têkoşînê bidomîne û got: “Em ê mafê jiyanê biparêzin. Herî dawî em ji bo Ayşe Tokyaz li kolanan bûn. Xwişka Ayşeyê serî li emniyetê dide. Alîkariyê dixwaze. Lê tiştek nayê kirin û Ayşe li ber çavan tê qetilkirin. Heman tişt ji bo Fatma Altinmakas jî derbasdar e. Tevî diçe polîs gilî dike, vedigere malê ji aliyê mêrên malê ve tê qetilkirin. Em ê li dijî qetilkirina jinan bêdeng nemînin û têbikoşin. Ez bang li hemû jinan dikim ku di vê têkoşînê de cih bigirin. Em parçeyek vê têkoşînê ne û bang li hemû jinan dikin ku xwe rêxistin bikin û xwedî li maf û jiyana xwe derkevin.”