Hevdîtinên gel: Avakirinek ji qut ne mijara gotinê ye

  • 09:05 13 Tebax 2025
  • Rojane
Pelşin Çetinkaya
 
ÊLIH - Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Çelîk derbarê "Hevîtinên civaka demokratîk" ya ku DEM Partiyê piştî banga "Aştî û civaka demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin axivî û got: “Avakirineke ji civakê dûr ne mijara gotinê ye. Ji ber avakirina civaka demokrtîk, heta bi civakê re neyê parvekirin, bi hişekî hevpar neyê axaftin pêvajo nikare bê avakirinê ne pêkan e.”
 
Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de banga "Aştî û civaka demokratîk" kir û piştî vê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya "Hevdîtinên civaka demokratîk" de  li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek bername pêk anîn. Bi armanca ku pêvajo ji gel re bê vekirin û peşniyarên gel bên girtin, nîqaş bên meşandin hevdîtin pêk hatin. Niha jî li bajaran "Bernameya aştî û civaka demokratîk" û meş pêk tên. Çarçoveya vê de li 13 bajaran wê meş û mîtîng pêk bên.
 
Aktîvîsta xebatên jinan Zeynep Çelîk jî der barê mijarê de axivî.
 
Di hevdîtinan de pêvajo bi gel re tê nîqaşkirin
 
Zeynep Çelîk got bi armanca banga "Aştî û civaka demokratîk" bi gel re nîqaş bikin hevdîtinên gel pêk anîne û got: “Li ser banga 27’ê sibatê me civîn wek hewcedarî da ber xwe. Di pêvajoya 2015’an de me wek gel dît ku em bi rastiyek çawa re hatin rûhev. Ji ber vê fikar hebûn, ji bo fikar neyên jiyîn me nexşerê da ber xwe û me civîn pêk anîn. Ji bo avakirina civaka demokratîk bê vekirin, empozeyê gel bê kirin, divê pêvajo bi hişkekî hepvar bihata axaftin. Vê çarçoveyê de Êlih, navçe û gundê wê me 197 civîn pêk anîn. Bi pêşengiya jina pêk hatin.”
 
‘Divê gel di pêvajoyê de aktîf bin’
 
Zeynep Çelîk destnîşan kir ku divê civak di navenda avakirina civaka demokratîk de bên bicihkirin û wiha vegot: “Avakirineke ji civakê qût ne pêkane. Ji ber vê em cidiyet li ser civînan disekinin. Em dibêjin ku divê gel wek kirdeya avakirinê bin. Ev pêvajoyek xesase û tenê bi burokrasiyê nabîne. Em behsa pêvajoyek ku hemû kesî dihewîne dikin. Divê her aliyê civakê tevli bibe û rola aktîf bilîze.
 
Neavêtina gavan fikaran diafirîne
 
Zeynep Çelîk  diyar kir ku ew hewl didin mekanîzmayeke ku civak têde aktîf rol digire ava bikin û wiha dawî lê anî: “E vpêvajoyek girînge. Em ê komun, meclîsan ava bikin. Em hewl didin mekanîzmayên ku çareseriyê esas digirin ava bikin. Çek hatin berdan, Rêberê gelê Kurd daxuyaniyan dide. lê niha divê dewlet gava şênber bavêje. Ev pêvajoyek girîng û krîtîke. Divê her kes gavên baldar bavêje.”