Hevşaredaran serdana Dayikên Aştiyê kirin

  • 08:37 28 Tebax 2025
  • Rojane
 
AMED - Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî, serdana Dayikên Aştiyê kirin.  
 
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî, Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, ligel endamên meclîsa şaredariyê û alîkarên hevşaredarn, çûn serdana Dayikên Aştiyê. Hevşaredar Sîncar û Dundar diyar kirin ku pêkhatina aştiya civakî, avakirina demokrasî û dadmendiyê daxwazên herî bingehîn ên civakê ne û gotin ku ked, têkoşîn û daxwazên Meclîsa Dayikên Aştiyê di vî warî de gelekî bi qedr û qîmet in.