Di doza rojnamevan Bêrîvan Kutlu de dê mutalaa bê amadekirin

  • 13:16 16 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
AMED - Di danişîna ewil a rojnamevan Bêrîvan Kutlu de ku bi îdiaya “propagandaya rêstinê” tê darizandin, ji bo amedekirina mutalaayê dosya ji dozger re hate şandin.
 
Serdozgeriya Komarê  ya Enqereyê bi hinceta ku tev li weşanên zindî yên têkildarî erdheja 6'ê Sibata 2023'yan a Mereşê bûye, der heqê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Kutlu de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz vekiribû. Danişîna ewil a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Bêrîvan Kutlu tevî parêzerê xwe Resûl Tamur beşdarî danişînê bû. Komeleya Rojnamegaran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) danişîn şopandin. 
 
Bêrîvan Kutlu, diyar kir ku parvekirinên bi munasebeta sala 6’emîn a JINNNEWS’ê yên wê ne lê parvekirinên din ên di îdianameyê de cih digirin yên wê nînin. Bêrîvan Kutluyê îdia red kir û daxwaza beraeta xwe kir. 
 
Parêzer Resûl Tamur jî diyar kir ku parvekirinên muwekîla wî ne vîdeo ne ji wêneyên ekranê hatine girtin û got: “Emniyetê vîdeoyên di dîmen de lêkolîn kiriye lêbelê dîmenên ji vîdeoyekî din wek parvekirina muwekîla min nîşan daye. Ev dîmen ji profîla muwekîla min nehatine girtin. Li gorî îdiaya emniyetê ev dîmen video ye. Vîdeo hatiye temaşekirin û ev dîmen ji berê hatine girtin. Emniyet îdia dike ku ev dîmen ji ber vîdeo hatine girtin lê muwekkîla min ev parve nekiriye tenê salvegera JINNEWS’ê pîroz kiriye. JINNEWS ajanseke fermî ye û xebatên xwe didomîne.” 
 
Resûl Tamur, bibîr xist ku rojnamevan Bîlal Guldem li Dadgeha 2’yemîn a Cezayê Giran a Merdînê ji ber dozeke wiha beraet kiriye. Resûl Tamur, beraeta muwekîla xwe xwest.
 
Piştre jî dadgehê daxwaz kir ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û ji bo amedekirina mutalaayê dosya ji dozger re bên şandin. Danişîna dozê taloqî 29’ê Çile ya 2026’an hate kirin.